'Divê rêzê nîşanî îradeya bi milyonan bidin'

  • 09:08 22 Hezîran 2018
  • Rojane
Viyan Sayid/ Nûpelde Têkoşîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku Abdullah Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye û divê rêz li dijî îradeya bi milyonan bê girtin. 
 
Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ew ê heta dawî xwedî li fikir û felsefeya Abdullah Ocalan derkevin.
 
Jina bi navê Pakîze Celal da zanîn ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bi dilekî germ didomînin û got:"Erdogan alîkariya çeteyên DAÎŞ'ê kir û DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî qetil kir. Lê şervanên Rêber Apo bi hezaran Êzidî ji komkujiyek mezin rizgar kir. Loma Rêber Apo vê yekê heq nake. Divê ji bo jiyanek azad û bi rûmet Rêber Apo azad bibe."
 
Mîrcan Hecî got:"Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Divê em hemû jin destên xwe bidin hev û li dijî tecrîda giran a li ser Rêbertî têbikoşin. Neyar çi dike bila bike ew nikarin me ji Rêberê me veqetîne. Ew her dem di dilê me de ye."
 
Mencê Hecî jî diyar kir ku ew dixwazin ev tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û got:"Ew di şexsê Rêber Apo de dixwazin ku gelê Kurd bê îrade bihêlin lê ew ê nikaribin îradeya me bişkînin. Rêber Apo hêvî ye û em ê her ji bo geşkirin û azadiya vê hêviyê têbikoşin."