Peyama Mêrdînê ya 24'ê Hezîranê: Em ê ji Mêrdînê 6 parlamenteran bişînin meclîsê
- 18:48 21 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn. Gulseren Yildirim ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Kandirayê name şand û got:"Em ê ji Mêrdînê 6 parlamenteran bişînin meclîsê." Sezaî Temelli jî got:"Em ê bibin lehî û bendavan hilweşînin."
Bi deh hezaran kes beşdarî mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bûn. Gelên ku beşdarî mîtinga li Parka Karayollari pêk hat bûn dirûşmên "Ji Selo re azadî", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", " Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin" berz kirin. Tevî germahiya bajêr gel dîsa qada mîtîngê tije kir û tevî tililiyan govend gerand. Li qada mîtingê demek dirêj dirûşmên "Bijî Serok Apo", " Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.
Mîtînga ku Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezai Temelli, Ahmet Turk, Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê û hevkarên HDP-DBP'ê beşdar bûn bi rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Eylem Amak û Ali Sincar axivîn. Hevserokan di axaftinên xwe de banga xwedîderketina ji bo sindoqan kirin. Piştî axaftinan hunermend Kadir Çat derket ser dikê û stranên xwe got û gel govend gerandin.
Piştre nameya Gulser Yildirim a di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F'yê ya Kandirayê de ye hat xwendin. Name ji aliyê Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Leyla Bozkurt hat xwendin.
Gulserê got:"Îro dem dema meşandina têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê û zihniyeta desthilatdar a baviksalarî ye. Divê em ji dagirkirin û talankirina li ser axa xwe bibêjin na. Ez bi hêvî me ku em ê bi ser bikevin. Ez niha ne li ba we me lê dilê min bi we re ye. Ez slava ji gelê xwe û partiya xwe re dişînim. Ez serkeftinê ji bo HDP'ê dixwazim."
Sezaî jî wiha got:" Ew ê AKP biçe û adaletê were vî welatî. Û dê daraz hesabê bê edaletiyê bê alîgir bipirse. Dê di 24'ê Hezîranê de hemû hevalên me yên girtîyên siyasî serbest bên berdan. Dê serkeftin a me be."
Piştî axaftina Sezaî mîtingê bi stranan û gerandina govendê dewam kir.