Pervîn Buldan: Me li hemberî tu kesî serî netewandiye
- 18:27 21 Hezîran 2018
- Rojane
BÊDLÎS - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan di mîtînga HDP’ê ya li Bedlîsê de axivî û got:“Bi Tansû Çîller û Mehmet Agar re, tifaqa xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. Ji hebûna Kurdan aciz in. Lê me jî li hemberî tu kesî serî netwandiye.”
Mîtîngên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de didomim. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Bedlîsê de axivî û got: “Ev bajar, bajarê Seîdê Kurdî û yê Feqiyê Teyran e. Wekî Seîdê Kurdî jî gotiye, rêya me rêya wekhevî û azadiyê ye. Li ser vê rêya bi rûmet em ê bigihêjin serfiraziyê. Wan li pişt xwe têkoşîneke mezin hiştin, niha li ser navê HDP’ê em wê têkoşînê didomînin. Ev rê di 24’ê Hezîranê de ew ê bi îradeya we, bigihêje serfiraziyeke mezin.
Ji miriyên me jî ditirsin
Di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyeyê gelek zilm û îşkence hate kirin. Lê di 24’ê Hezîranê de ew ê ev zalim têk biçin û ew ê mazlûm bi ser bikevin. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de berdêlên mezin hatin dayîn. Li Goristana Xerzanê êrîşî miriyên me kirin. Ji miriyên me jî ditirsin. AKP dibêje ku qey bi êrîş û tirsê ew ê rê li ber vî tiştî bigirin ku kes danekeve kolanan. Em ji tu kesî natirsin û em têkoşîna xwe didomînin.
Em ji AKP'ê hîn nebûne
Bi nêzbûna 24’ê Hezîranê re zêdetir êrîşan dikin. HDP’ê ji 6 milyonan zêdetir deng stendiye lê êrîşî wê dikin. Ez bang li Erdogan dikim, em ji AKP’ê hînî ola xwe nebûne. Me wekî wan ol nekir amûra siyasetê. Serokwezîr dema hat vê derê, camî kir buroya AKP’ê. Pankartên AKP’ê bi camiyê ve daliqandin. Camî ne buroyên we yên hilbijartinê ne, camî mala Xwedê ne.
Wê elewî û sunî dersa AKP'ê bidinê
Em ne bawerî, ne siyaset, çand û zimanê xwe emanetî we dikin. Êdî dema AKP’ê hatiye. 24’ê Hezîranê wê gelên vî welatî; kurd, ereb, elewî û sunî, jin û ciwan dersa AKP’ê bidinê. Yên ku aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin; yên li gel edaletê, wê dersê bidin AKP’ê. Berpirsyartiya herî mezin li ser milê we Bedlîsiyan e. Gelê Bedlîsê kiryarên parlemeterên AKP’ê dizane. Kiryarên parlementerên HDP’ê jî dizane. Vê yekê baş bizanin parlementerên HDP’ê yên li Parlementoyê dengê we ye. 24’ê Hezîranê wê Bedlîs bike 3-0.
Yekan e derdê AKP’ê û Erdogan ew e ku xwe li ser desthilatê bigire. Bi pirsgirêkên gelê Bedlîsê re eleqedar nake. Derdê wan dewlemendkirina xwe ye.
Dem demê serketinê ye. Piştî 24’ê Hezîranê em ê bi hev re bifikirin. Em ê welateke ku bi nûnertiyeke bi hêz a HDP’ê çûna parlemetoyê û rêveberiya di destê Demîrtaş de bifikirin. Avakirina welatekî wiha ne xeyal e. Êdî dewrê AKP’ê qediya.
Divê her kes terciha xwe bike. Ev ji bo me fersendeke, em xwedî şansekê ne ku êdî gelên Tirkiyeyê ji bo di nava aştiyê de bijî ye. Derfet heye. AKP ji bo HDP’ê li bin bendê bixe her cûre lîstikê dike. Lê gelê me rê nade vê. Wê sindoqan biparêze. Muşahîdên me li vir kêm in. Bang li hemû hevalan dikin ku bibin muşahîd. Ji bo serketinê divê em sindoqên xwe biparêzin. Em bi gelê Bedlîsê bawer in.