'Ev wêne dibêje An tu yê girêdayî îktîdarê bî an jî tu yê bêyî kuşitn'

  • 17:57 21 Hezîran 2018
  • Rojane
RIHA - Esnafên Pirsûsê ku qurnefîl danîn cihê ber dikan û cihê Esvet, Adîl û Celal ên ji aliyê xizmên parlameterê AKP'ê Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin wiha gotin: "Ev wêne dibêje an tu yê girêdayî îktîdar bî û an jî tu yê bêyî kuştin."
 
Haci Esfet Şenyaşar û lawên wî Adîl Şenyaşra û Celal Şenyaşar ku di encma êrîşa xizmên Parlamenter û namzedê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di dema serdana esnafan de hat destpêkirin û heta ber nexweşxaneyê berdewam kir de jiyana xwe ji dest dan li ber dikana xwe hatin bibîranîn. Ji 30 kesî zêdetir esnafên ku hatin ber dikana Adîl, Celal û Esvet Şenyaşar li ber dikana wan qurnefîl danîn û dua kirin.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê esnafên Pirsûsê de hat dayîn wiha hat gotin: "Ev wêne  dibêj yan tu yê girêdayî îktîdarê bî û an jî tu yê bêyî kuştin. Em wekî esnafên Pirsûsê gelek xemgîn in. Rahma xwedê li wan be."