Ji bo Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan

  • 13:58 21 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 765’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Raziye Turgut, ji bo bi muwekilê xwe Abdullah  Ocalan re hevdîtinê bikin cara 765’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Andullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 764 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan tim hatin redkirin. Dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.