'Jin li hemberî dagirkeriyê serî hildidin'

  • 13:01 21 Hezîran 2018
  • Rojane
HESEKÊ- Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser bakurê Sûriyê  Kongreya Star a kantona Hesekê daxuyanîyek da çapemeniyê.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên Dewleta tirk ên li ser bakurê Sûriyê Kongreya Star di bin durûşma 'Jin li dijî  dagirkeriya dewleta tirk Serî hildin ' li ber navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê yê Herêma Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. daxuyanî ji aliyê Rêvbera Kongreya Star Silava Şêxmûs ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye: " Em êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Dewleta tirk li Efrînê li ser sivîlan  komkojî, kuştin û tecawizê dike û çeteyên xwe jî Efrînê bi cih dike. Jin li Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve tên qetilkirin û tecawizkirin.  Ji ber vê jî em wekî Kongreya Star bang li hemû jinên cihanê dikin ku piştgriya jinên Efrînê bikin û helwesta xwe nîşan bidin. Em li hemberî dagirkeriyê serî hildin, têkoşînê didin û rê nadin faşîzmê. "
 
Daxuyanî bi dirûşma " Li hemberî dagirkeriyê serî hilde " bi dawî bû .