Karkera çandiniyê:Ji AKP’a ku cotkaran dixapîne re deng tune!

  • 09:05 21 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Karkera demsalî Rida Dînç got AKP’ê bi gotina ‘alîkariya mazotê, alîkariya komirê’ cotkaran dixapîne û wih pê de çû: “Ava em vedixwin jî bi bacê ye. Em bi 20 lîrayî avê xerc dikin lê em 40 lîra bac didin.  Dibêjin me alîkariya mazotê daye cotkaran lê derew e. Bila kes dengên xwe nedin AKP’ê.”
 
Rida Dînç ya di salên 80’ê de ji Mêrdînê koçî Selçuka Îzmîrê kiriye, van rojan li ser erdê şeftaliyan yê kirê kirine karkeriya demsalî dike.   Rida diyar kir ku kesên li Egeyê cotkaran deyndar dikin li Pirsûsê jî komkujiyan dike û got kesên wijdana wan heye divê dengên xwe nedin kesên komkujiya Pirsûsê kirine.
 
‘Hebûna HDP’ê baweriyê dike’
 
Ridayê destnîşan kir ku karên zehmet li Kurdan ferz dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ji bo çand û zimanên xwe biparêzin çi ji destê wan tê dikin. Gelek partî di hilbijartinan de nêzî Kurdan dibin. Em piştgiriyê didin HDP’ê. Ji bilî partiya me kes mafê kurdan û jinan naparêze. Ji ber jin kurdî fêrî zarokan dikin.”
 
‘Bila bi alîkariyên AKP’ê nexapin’
 
Rida bi lêv kir ku di hilbijartinên berê de gelek kesî bi komirê dengên xwe dida AKP’ê û ev tişt bi lêv kir: “Hinek kurd eslên xwe ji bîr dikin. Divê em xwe ji bîr nekin. Karekterê me çi ye, yê wan çi ye?Hemû zarokên vir zarokên min in. Em eslê xwe û ola xwe dizanin. Ol ne wek ya wan e. Erdogan jî misliman e. Lê mislimantî ne wek ya wî ye. ciwanên me kuştin, xistin zindanan.”
 
‘Ava me jî kirine bac’
 
Rida di dawiya xaftina xwe de wiha got: “Em ji 4’ê sibehê heta êvarê dixebitin. Pereyê me jî diçe bacê.  Ava me jî bi bacê ye. Em bi 20 lîrayî avê xerc dikin lê em 40 lîra bac didin.  Dibêjin me alîkariya mazotê daye cotkaran lê derewe. Bila kes dengên xwe nedin AKP’ê.”