'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
- 09:01 21 Hezîran 2018
- Rojane
Cudî Zêno-Lîlav Elî
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Haşîm derbarê felsefe û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got:"Felsefe û fikrên Rêber Apo ji aştî û azadiya hemû gelan girîng e. Loma tecrîda li ser Rêber Apo divê demildest bi dawî bibe."
Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Haşîm derbarê felsefe û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku divê ji bo aştî û azadî bi ser bikeve tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got:"Bi saya Rêber Apo hem jinên Kurd hem jî hemû jinên Bakurê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirin. Loma divê tecrîda li ser fikir û ramanên azad ê Rêber Apo bi dawî bibe."
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
Newroz Haşîm diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got:"Rêber Apo niha di zindana Îmraliyê de ji hemû mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin. Ev rewşek dijhiqûqî ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo mirovan xwe nas kirin û xwedî li îradeya xwe derketin. Divê em jî xwedî li îradeya xwe derkevin û heta dawî ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piya bin."
'Jinan bi saya Abdullah Ocalan zincîra koletiyê şikandin'
Newrozê da zanîn ku jinan bi saya Abdullah Ocalan zincîra koletiyê şikand û wiha dewam kir:"Bi pêkhatina Şoreşa Rojava û ramanên Rêber Apo jinan bêtir xwe nas kirin û birêxistin bûn. Ji bo civakek azad û pêşketî divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin."
Newrozê diyar kir ku jinên Kurd bi saya felsefeya Abdullah Ocalan li Efrînê bi vînek xurt li dijî dagirkeran sekinî û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çavkaniya hêza berxwedanê ya berbiçav e parastina felsefeya Rêber Apo. Divê em bi hêzek hevpar ji bo azadiya Rêberê xwe û felsefeya wî her berxwe bidin."