Gelê Cizîrê diherike qada mîtîngê
- 15:45 16 Hezîran 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Bi hezaran kes ji bo mîtînga HDP'ê tevî germê diherikin qada mîtingê. Li qada mîtîngê dirûşma "Bijî Serok Apo" tê berzkirin.
Bi hezaran gel diherikin qada Mîtînga Botanê ya li Şirnexê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat amadekirin. Jinên ku bi coşek mezin diherikin qada mîtîngê dilîrînin û dirûşma "HDP gel e gel li vir e" tê berzkirin.
Li qada mîtîngê ya HDP'ê gel tevî germa zêde govendê digerînin.