Ayşe Acar Başaran: Plana Pirsûsê ji aliyê AKP'ê ve hat çêkirin
- 11:21 16 Hezîran 2018
- Rojane
RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku piştî dîmenên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan ên ku li ser medyaya civakî hat parvekirin û gotibû ku 'Divê HDP di bin bendê de bimîne' hat parvekirin, bûyera Pirsûsê ya 4 kesan jiyana xwe ji dest dan ne tesaduf e. Ayşe Acar Başaran got:"Suleyman Soylu rast dibêje, bûyera Pirsûsê tiştekî plankirî bû lê ev tişt ji aliyê îktidarê ve hat plankirin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de her dem ji aliyê tifaqa AKP û MHP'ê hedef hat girtin. Ji xeynî êrîşan binçavkirin û girtin a li ser HDP'ê jî didome. Li gor Komisyona Hiqûqê ya HDP'ê ji 18'ê Nîsana 2018'an heta niha 208 HDP'yî hatin binçavkirin û herî kêm 57 caran êrîşî HDP'ê hat kirin. Herî dawî dema namzetê AKP'ê Halil Yildiz çû serdana bazirganan, bi êrîşa çekan a ji aliyê xizmên wî ve 4 kes hatin kuştin.
'Em dibînin ku çetewarî gihaştiye asteke bilind'
Ayşe Acar Başaran a ku di heyeta ku çû Pirsûsê de cih digire got:"Ji ber van êrîşên AKP'ê em dibînin ku AKP'ê winda kiriye. Me mînaka vê yekê di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de jî dît. Niha AKP heman polîtîqayê ya şer didomîne û êrîşî HDP'ê dike. Ev êrîşa jî, êrîşek plankirî û çetewarî ye."
'Ev du roj in ku êrîşî malbatê dikin'
Ayşeyê da zanîn ku berê di 6-8'ê Cotmehê jî heman rêbaza şer ji aliyê AKP'ê hatibû bikaranîn û got:"Piştî bûyera Pirsûsê nûnerên îktidarê bazirgan sûcdar kirin lê ev rêbaza berê jî ji aliyê AKP'ê ve hatibû kirin. Mirov jiyana xwe winda dikin lê îktidar vê yekê wekî amûra hilbijartinê bi kar tîne. Heta ku cenaze hat definkirin dîsa jî êrîş hat kirin. 2 roj in ku li dijî malbatê zextên AKP'ê didome."
Ayşeyê herî dawî wiha got:"Divê li dijî van lîstikên AKP'ê yên ji bo hilbijartinê gel hişyar bin. Çimkî ev îktidara çetewarî her dem komkujiyên nû dikin. Divê em li dijî vê yekê seknek xurt nîşan bidin. Ez difikirim ku dê gel vê seknê di 24'ê Hezîranê de nîşanî AKP'ê bide."