Zarokên Efrînê ji ser axa xwe dûr Cejna Remezanê pêşwazî kirin

  • 10:36 16 Hezîran 2018
  • Rojane
Cudî Zêno-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku ji aliyê Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji ser axa xwe hatin koçberkirin gotin:"Em jî dixwazin wekî her zarokên li ser rûyê cîhanê cejna xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Erdogan xeyalên me dizî û nehişt em bi aramî bijîn. Lê em dixwazin bi aramî bijîn."
 
Zarokên Efrînê yên ku ji aliyê Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji ser axa xwe hatin koçberkirin û li Kampên Şehbayê yên Berxwedan û Serdemê dijîn û ji ser axa xwe dûr Cejna Remezanê pêşwazî dikin diyar kirin ku ew dixwazin kesên ku xeyalên wan dizîne bên darizandin û gotin:"Em naxwazin êdî zarok bimirin. Em dixwazin hemû zarok bi bextewarî bijîn."
 
Zaroka bi navê Evîn Hemo got:"Erdogan zarokên li Efrînê qetil kir û dibistanê me xera kir û nehişt em li ser axa xwe cejna xwe pîroz bike. Em dixwazin azad bijîn."
 
Zaroka din a bi navê Agirî Îbrahîm bi lêv kir ku ew dixwazin vegerin ser axa xwe û got:"Em dixwazin çeteyên Erdogan û leşkerên wî ji ser axa me biçin. Em naxwazin ew li ser axa me bimîne."
 
Ferîha Seyid Hesen jî da zanîn ku ew dixwazin zarokatiya xwe li ser axa xwe ya Efrînê derbas bikin û got:"Erdogan Efrîn talan kir em talanker û dagirkeran li ser axa xwe naxwazin."
 
Encîlînî Hebeş got ku ew di baweriyek mezin de ye ku ew ê Efrîn rizgar bibe.
 
Kemal Silê man got ku Erdogan nehiştiye ew bi awayekî azad lîstikên xwe bilîzin û got ew êdî dixwazin lîstikên xwe azad bilîzin. 
 
Cerfer Mohemed da zanîn ku ew naxwazin siberoja wan tarî bibe.