Dayika esnafên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan: Erdogan derewa dike
- 14:40 15 Hezîran 2018
- Rojane
DÎLOK - Hevjîna Esvet Şenyaşar û dayika Celal û Adil Şenyaşar ên li Pirsûsê di êrîşa xizmên namzetê AKP’ê de jiyana xwe ji dest dan Emîne Şenyaşar anî ziman ku Erdogan derewan li wan dike. Xwarziyê Şenyaşaran ê şahid jî got: “Li ber çavê polîs û bijîşk êrîş kirin. AKP û medyaya xwe derewan dike.”
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizmên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî ser esnafan kirin. Di êrîşa AKP’yan a bi çek de esnafê bi navê Esvet û kurên xwe Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Celal û Adil Şenyaşar morga Goristana Asrî ya Dîlokê tên rawestandin. Piştî otopsiyê dê her du bira li navçeya Pirsûsê bên definkirin.
DAYIK ŞENYAŞAR: ERDOGAN BÊBEXTIYÊ DIKE
Dayika Celal û Adil Şenyaşar Emîne Şenyaşar a li ber morgê lorand û ji ser hişê xwe çû. Komên tenduristiyê mudaxele kirin. Dayik Şenyaşar diyar kir ku zarokên wê ne PKK’î ne û got: “Serokomar Erdogan û AKP’yên din bêbextiyê li me dikin. Li Pirsûsê dewlet û polîs tune ne heke hebûna hebûna dê ev çênebûya. Yên vê kirin e ne mirov in.”
Xwarziyê Esvet Şenyaşar Ahmet Yetkîn jî li dijî AKP’ê û medyaya wan nerazîbûn nîşan da û bûyerê wiha vegot: “AKP’î dema ketin hundirê dikanê, gotin ‘Ya hûn ê deng bidin AKP’ê yan jî hûn ê encama wê bibînin.’ Wisa gef li wan xwarin. Li ser sorkirina AKP’yan nîqaş derket. Li dikanê êrîşî sê birayan û li nexweşxaneyê jî êrîşî bavê wan û birayek wan din kirin. Bi giştî xwestin 6 kesan ji heman malbatê bi kêr, tupê şewatê û çekan înfaz bikin. Du kesî jiyana xwe ji dest dan û ji 4 kesên din jî rewşa kesekî giran e. Di serê bavê wan de gule hene. Bavê wan sax diçe nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê ewil derb dikin. Pişt re li ser sedyeye li ber çavê bijîşk û polîsan bi tupê şewatê li serê wî didin û pişt re jî guleya berê serê wî didin.”
Ahmet da zanîn ku nûçeyên di medya AKP’ê de derketin derew û bêbextî ne û wiha got: “Hem xizmên me wek PKK’yan nîşan didin û derewan dikin û hem jî dibêjin ku xizmên me bûyer derxistine. Dibêjin ku xizmên me bi çekên lûle dirêj êrîşî AKP’yan kirin e. Çekên lûle dirêj bi xizmên min re tune bûn. Çekên lûle dirêj bi AKP’yan re hebû. Mala xalê min 25 sal e li Pirsûsê esnafiyê dikin. Heke ku mala xalê min PKK’yî bin çima dewlet wan nagire. Kesek 25 sal be esnaf be çawa dibe PKK’yî? Temamî dixwazin xwe derxin paqijiyê û ji bo vê yekê jî bêbextiyê li mala xalê min dikin. AKP û medyaya xwe derewan dikin. Yên hatin kuştin em in, mexdûr em in. Sûcdarên esil AKP’yî ne.”