Li gelek bajar û navçeyan gor hatin ziyaretkirin

  • 11:15 15 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku zarokên wan di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gel namzet û rêveberên HDP'ê li gelek bajar û navçeyan, goristan ziyaret kirin. Di ziyaretan de soza berdewamiya têkoşînê dan. 
 
Li Wan, Agirî, Colemêrgê malbatên ku zarokên wan di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û namzetên HDP'ê gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. 
 
Siyasetmedarên kurd û malbatan piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser gorên kesên di têkoşîna aştî û demokrasyê de jiyana xwe ji dest daye û li ser goristanan gor ziyaret kirin. 
 
WAN 
 
Li Wanê jî malbat û namzeten HD'ê li goristana Yenimahalle goristan ziyaret kirin. Malbat jî di navde bi sedan kes tev li ziyaretan bûn. Namzeta HDP'ê Mukkades Karakoç, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadişan Karabulak, Umit Dede û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kawa, rêveberên MEYA-DER a bi KHK'ê hat girtin û malbat tev li remasimê bûn. Malbatan li ser gorên zarokên xwe dua xwendin û rêz girtin. Dîsa soza berdewama tekoşînê dan. Li ser goristanan girsê bê navber dirûşmeyên "Şehit Namirin" berz kirin. 
 
AGIRΠ
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel rêveberên HDP'ê û malbatan bi heman armancê gositana Şehir  ziyaret kir. Malbat û siyasetmedaran li vir dua xwendin û piştre soz dan kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dan ku de rêça wan bişopînin. 
 
COLEMÊRG 
 
Li Colemêrgê jî rêveberên HDP'ê û namzetên HDP'ê li gel malbatên kesên di têkoşînka aştî demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane çûn ser goristanan û gorên kesên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Malbat û siyasetmedar li taxa Sumbulê çûn goristana Serê Solan û gor yek bi yek ziyaret kirin û dua xwendin. Namzetên HDP'ê Ozgur Zeydanoglu, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar jî di nava ziyaretan de cih girtin. Li vir jî di axaftinan de soza berdewama têkoşînê dan.