Jinên Ereb: Em naxwazin Tirkiye mudaxaleyî Minbicê bike

  • 09:02 15 Hezîran 2018
  • Rojane
Rûken Goman  
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Ereb ên Meclîsa Navçeya Girkêlegê gefên Dewleta Tirk ên li ser Minbicê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk dixwaze nakokiyan di navbera netewên Minbicê de derbixe, û aramiya herêmê bi dawî bike. Loma planên polîtîkayên qirêj ava dikin. Lê em wekî jinên Ereb naxwazin Tirkiye mudaxaleyî Minbicê bike û em naxwazin ku leşkerên tirk têkevin Minbicê."
 
Jinên Ereb ên Meclîsa Navçeya Girkêlegê gefên Dewleta Tirk ên li ser Minbicê şermezar kirin û diyar kirin ew dixwazin dawî li şerê mezin ê li Sûriyeyê bê û gotin:"Em naxwazin dewleta tirk wekî Efrînê werin Minbicê jî dagir bikin. Erdogan her dem ji bo berjewendiyê xwe tev digere lê em êdî naxwazin zarokê me bibin qurbanê berjewendiyên Erdogan û hevkarên wî."
 
'Tu mafê Tirkiyeyê tuneye ku axa Sûriyeyê dagir bike'
 
Cîgira Hevseroka Meclîsa Navçeya Girkêlegê Mûna Alnasir got:"Em hemû jin di destpêkê de dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Sûriyeyê şermezar dikin. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe destkeftiyên gelê Sûriyeyê hedef digirin û zarokên me qetil dike. Erdogan dixwaze sîstema koletiyê li ser hemû gelê Sûriyeyê ferz bike ku ji bo berjewendiyên wî xizmet bikin. Lê em  naxwazin dewleta tirk axa me dagir bike. Tu mafê Tirkiyeyê tuneye ku axa Sûriyeyê dagir bike."
 
'Divê pergala ku Erdogan ava kiriye bi dawî bibe'
 
Endama Rêveberiya Komîteya Jinê ya Meclîsa Navçeya Girkêlegê Meryem Alsalih jî wiha got:"Erdogan ji bo ku di hilbijartinê bi ser bikeve êrîşî axa Sûriyeyê dike û sîvîlan qetil dike. Niha jî dixwaze Minbicê bi hevkariya Amerikayê dagir bike. Erdogan tevî çeteyen OSO'yê Efrîn dagir kir sîvîl qetil kir, ew ji malên wan kir, aramiya Efrînê bi dawî kir û niha dixwaze ku heman tiştî li Minbicê pêk bîne. Lê em dibêjin ku bila Erdogan dev ji dagirkirina axa Sûriyeyê berde. Divê gelê li Minbicê xwedî li îradeya xwe derkeve û li dijî dagirkeran berxwe bide."