ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 15 Hezîran 2018
- Rojev
* Zarokên bajarê Dêrezorê tevî ku ev bi salane ji ber hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê ji bajarê xwe dûr ketine, hêviya ku ew ê vegerin ser axa xwe winda nekirine. DÎMEN HEYE
*Jinên Ereb ên Meclîsa Navçeya Girkêlegê gefên Dewleta Tirk ên li ser Minbicê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk dixwaze nakokiyan di navbera netewên Minbicê de derbixe, û aramiya herêmê bi dawî bike. Loma planên polîtîkayên qirêj ava dikin. Lê em wekî jinên Ereb naxwazin Tirkiye mudaxaleyî Minbicê bike û em naxwazin ku leşkerên tirk têkevin Minbicê." DÎMEN HEYE
* Psîkolog Işil Ozuak diyar kir ku li fakulteyan îstîsmar tê fêrkirin, ducaniya di temenê zû de nayê fêrkirin, di civakê û malbatê de gel derbarê vê yekê de xwedî agahiyên kêm in.
*Endama Kovara Kaldiraç Hazal Yuce diyar kir ku ew piştgiriyê dide HDP’ê û wiha got: “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo aştî û azadiyê pêngavek girîng e.”
*Jinên pêkhateyên HDP’ê ku di hilbijartinê 24’ê Hezîranê de bi awayekî çalak cih digirin, li dijî polîtîkayên ‘dijminatiyê’ bi bertek in û wiha gotin: “Tevî provakasyonan bertek pir enênî ne. Em li vir dest didin hev.” DÎMEN HEYE
*Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca got pêşnûmepirsên ji bo Êzidiyên pêşkêşî meclîsê hatine kirin bê bersiv mane û wiha got: “Em ê hem bibin dengê jinên Şengalê hem jî bibin dengê jinên di destên çeteyan de. Gelê diçe ser sindoqan bila jinên di destên çeteyan de bifikirin û dengan bifikirin.”DÎMEN HEYE
*Esmer Çikmaz a di qedexeyên Cizîrê de keça xwe Yasemîn û kurê xwe Vahap winda kiriye pirsa ‘Ji bo dewletê ferqa cerdevan û gerîla tuneye. Hûn ê heta kengê berê çekê bidin xwe?’ ji cerdevanan pirsî. Esmerê bang li hemû kesî kir ku dema ku diçin ser sindoqan zarokên ji bo gel berxwe daye ji bîr nekin. DÎMEN HEYE
*Li Semsurê yekane çavkaniya debarê tûtin e û ji ber qedexeya tûtinê gel bi bertek in. Jin diyar dikin ku ger tûtin tunebe wê Semsur biqede, wê betal bimînin û dê ew ê li malên xwe rûnin. DÎMEN HEYE
*Sevkan G.O ku rastî şîdeta sîstematîk a hevjînê xwe Ozkan O. tê û dixwaze dest jê berde niha bi zarokên xwe re bi tehdîda mirinê re rû bi rû ne. Tevî hemû serlêdanên wê polîsan got ‘biçe delîlan kom bike’ û şandin malê. Dozger jî dibêje ‘qanûn nerm in’. Sevkan diyar dike ku ew naxwaze jiyana xwe winda bike û banga piştgiriyê kir. DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya girtî Gulser Yildirim diyar kir ku roj roja xebata ji bo pêşerojek azad û wekhev e û got: “Serkeftina HDP’ê wê serkeftina jinan be. Em ê bi ser kevin û taritiyê têk bibin. Em ê bi evîna heqîqet û xweşikahiyê jiyanek nû ava bikin.”DÎMEN HEYE