Hediye Yusuf: Bila ev cejn bibe cejna azadiyê

  • 13:22 14 Hezîran 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratî a Bakurê Sûriyeyê  Hediye Yusuf peyama cejnê da û wiha got: "Bila ev cejn bibe cejna azadî, aştî û demokrasiyê."
 
Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratî a Bakurê Sûriyeyê  Hediye Yusuf , Cejna Ramazanê ya Gelên Sûriyeyê pîroz kir û peyama yekitî û biheverebûnê da.
 
Hediye di peyama xwe de diyar kir ku gelên Sûriyeyê û yê bakurê Sûriyeyê bi salan bi şer re rûbirû hatine hiştin. Herwiha Hediye bi bîr xist ku di şerê hat kirin de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi sendan kes hatin revandin û bi milyonan kes jî hat koçberkirin.
 
Hediye di berdewama peyama xwe de ev tişt got: "Gelek herêmên Sûriyeyê niha di bin dagirkeriya AKP'ê û komên girêdayî wê de ne.  Gelê me di bin dagirkeriyê de hewl dide ku jiyana xwe berdewam bike. Bi taybetî jî gelê Efrînê li ger dagirkerî û êrîşan hewl dide ku bijî.  Bi sedan Efrîniyên ku ji ber şer hatin koçberkirin li Kampa Serdem û Berxwedanê yên li Şahbayê li gel gelek zametiyan têkoşîna jiyanê didin.  Gelê me hîna li hêviya ku vegre Efrîna ku bê azadkirin e. Li gel hemû êşan jî wê gelê me li gorî kevneşopiyên xwe Cejna Remezanê pîroz bike.
 
Em jî hêvî dikin ku ev cejn bibe cejna azadî, aştî û demokrasiyê. Ez bi van hestan cejna hemû gelên li Rojhilata Navîn û Gelên Sûriyeyê pîroz dikim."