Jinên bajarê Hesekê pêşwaziya cejna remezanê dikin
- 10:15 14 Hezîran 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Bi boneya nêzîkbûna cejna remezanê Jinên Kantona Hesekê dadikevin sûkê û amadekariya cejnê dikin.
Jinên bajarê Hesekê bi boneya nêzîkbûna cejna remezanê dadikevin sûka Miftî ya bajarê Hesekê û pêdiviyên cejnê dikirin. Bi armanca ku gel bi aramî dakevin sûkê trafîka bajêr di sûkê de di nava tevgerê de ye .
Jina bi navê Gulbuhar Ebid Hemîd ku ew jî ji taxa Slihiyê ya bajarê Hesekê ye, diyar kir ku ew dixwazin ev Cejna Remezanê bibe sedema aştî û wekheviyê û got:"Em dixwazin ev Cejna Remezanê bibe vesîleya rojên xweş û em dixwazin kesên ku ji welatê xwe dûr in ew jî vegerin ser axa xwe."
'Em wekheviya gelan dixwazin'
Edla Emîn a ku Ereb e got ku ew dixwazin Cejna Remezanê bibe sedema wekheviya gelan û got:"Em şer naxwazin em dixwazin hemû gel di nav wekheviyê de bijîn."
'Em dixwazin hemû zarokên cîhanê di nav aştiyê de lîstikên xwe bilîzin'
Zaroka bi navê Negrîcan Ehmed jî diyar kir ku ew dixwazin hemû zarokên cîhanê di nav aştiyê de lîstikên xwe bilîzin û got:"Em hêvî dikin ku cejna me bi xêr û silametî derbas dibe. Em dixwazin hemû zarokên li cîhanê di nav aramî û azadiyê de li kuçeyan şekiran kom bikin."