Li Edeneyê jinek hat qetilkirin

  • 10:14 14 Hezîran 2018
  • Rojane
ADANA - Li Seyhanê mêrê bi navê Orhan Dobrem jina bi navê Emîne Selîm ku xwest xwe jê berde qetil kir. 
 
Li Seyhana Edeneyê Mêrê bi navê Orhan Dobram yê ji Sûriyeyê jina bi navê Emîne Selîm ku xwest xwe jê berde bi giranî birîndar kir. Piştî agahdarkirina welatiyên derdorê Emîne rakirin Nexweşxaneya Bajarê Edeneyê. Emîne li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Orhan Dobram jî hat binçavkirin. Hat aşerakirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.