Întîxarek din: Jin tên zewicandin û bi zextan rû bi rû tên hiştin

  • 09:17 14 Hezîran 2018
  • Rojane
WAN - Cansu Zengîn li Qelqeliyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku hevjînê Cansuyê li Stenbolê bûye û ligel malbata hevjînê xwe dima û di depresyona lohusayê de bûye. Ayşe Mînaz diyar kir ku jin di temenê zarokatiyê de tên zewicandin û ji malbatên hejmara wan 8-10 re xizmetê dikin û ev jî ji bo întîxarê  sedemek bi bandor e.
 
Li gundên Qelqeliya Wanê di navbera 10 rojan de du jin bi awayekî guman mirin. Li gundê Yukari Kavurgali  Dîlek Olgun li odeya mala xwe daliqandî hat dîtin û di 5’ê Hezîranê de jî li gundê Mergehî jina bi navê Cansu Zengîn a 25 salî bi heman awayî jiyana xwe ji dest da.  Platforma Jinan a Ahtamara li gundê Dîlek Olgun lêkolînek kir û derket holê ku rêjeya întîxara jinan gelek bilind e.
 
‘Jin di bin zextan de ne’
 
Li ser mirina Cansuyê platform çû gundê  Gre Dre ya Cansu lê hatiye dinê û bi malbata wê re hevdîtin kir û piştre jî çû gundê Mergehî yê jiyana xwe lê ji dest daye. Derket holê ku hevjînê Cansuyê li Stenbolê bûye û platformê bi xezûr û malbata hevjînê wê re hevdîtin kir. Endama platformê Doktor Fatma Arslan destnîşan kir ku gelek pisgirêkên civakî, derûnî yên Cansuyê ji jiyanê bikira hebû, lê piştî welîdînê gelek di bin depresyona lohusayê de maye.
 
Fatmayê bi lêv kir ku bi her du malbatan re jî dîtine ku jin di şertên zehmet de dijîn û li cihên ku cehalet di asta herî jor de ye dijîn, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû tên hiştin. Fatmayê her wiha bal kişand ser pêvajoya lohusayê û got ev pêvajo mirovan heta mirinê dibe û got di mirina Cansuyê de deprasyona lohusayê jî bi bandor bûye.
 
Ayşe Mînaz jî ev tişt anî ziman: “Mirina vê hevala jin hinek din trajîk e. Ji ber bebek 8 mehî li pey xwe hişt. Xezûrê wê bawer dike ku peywira xwe aniye cih.  Belê Cansu biriye doktorê dahliyeyê. Ji bo alerjiyê jî biriye doktor. Lê mixabin nebiriye psîkiyatrî.  Hevjînê wê li Stenbolê bûye û gotiye bila bavê min te bibe nexweşxaneyê. Zarokên keç tên zewicandin û ji malbatên 10 nifûsî re xizmetê dikin. Wek kole tên xebitandin. Jinên li dijî vê dertên jî întîxar dikin.  Cansu tenê yek ji van jinan e. Gelek bûyerên întîxarê li van gundan hene.”