Fatma û Şengul ên ji girtîgehê tahliye bûn: Divê kontrola tenduristiyê ya lezgîn bê kirin

  • 09:12 14 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Fatma Akaltug û Şengul Yuksel ên ji Girtîgeha Bakirkoy a Jinan tahliye bûn diyar kirin ku bi hinceta OHAL’ê gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û got di serî de li Girtîgeha Bakirkoyê ku Sureyya Bulut bi nexweşiya tuberkulozê ketiye divê li hemû girtîgehan kontrola tenduristiya lezgîn bê kirin.
 
Di rojên borî de Şengul Yuksel û Fatma Akaltug ji girtîgeha Tîpa L ya Jinan a Bakirkoyê tahliye bûn û piştî tahliyeyê ji bo alavên xwe bigirin çûn girtîgehê lê rastî pêkanînên xerab hatin.
 
‘Heman dermanî didin her kesî’
 
Endama SES a Şîşlî ya Stenbolê Fatma Akaltug got dema nû ketiye girtîgehê di koxuşê de 22 kes hebûne û pişt re ev derketiye 34’an û wiha pê de çû: “Niha jî difikirin bikin 40 kesî. Ji ber pêkanînên di bin çavan de ez neçar mam biçim psîkîyatrî û wî jî ez şandim derûnnas. Derûnnas jî got ew nikare tiştekî bike û divê tu bi hewldana xwe ji ser xwe bavêjî. Doktor heman derman ji her kesî re dinivîsî û dişand.”
 
‘Divê bi awayekî lezgîn kontrola tenduristiyê bê kirin’
 
Fatmayê got nexweşiya tuberkulozê (werem) bi vî awayî pêş dikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevala me Sureyya Bulut dixwaze biçe doktor û revîr dibêje tiştekî te tuneye. Lê piştre ji kuxika wê xwîn tê. Piştre nîşaneyên tuberkulozê tên dîtin. Gelek sedemên vê hene. Li girtîgehan şerdê jiyanê ne baş e. Her der teng e bê hewa ye. Ligel vê nexweşî belav jî dibe. Divê demildest kontrola tenduristiyê ya lezgîn bê kirin. Hekîmê malbatê yê li revîrê nikare li nexweşiyên giran binêre. Sewqî beşên pêwist dike. Hevalên me li nexweşxaneyan pirsgirêkên cidî dijîn.  Di rontgenê de jî kelepçeya girtî venakin.”
 
‘OHAL’ê dikin hincet’
 
Şengul Yuksel jî bi lêv kir ku bi hinceta OHAL’ê li Midûriyetên Eminiyetê û girtîgehan pir zêde binpêkirina mafan tên jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Girtî bi mehan dora revîrê dipên. Sewqê digirin lê ew jî bi mehan berdewam dike. Heta mirov diçin ji xwe nexweşî pêş ketiye. Wesayîtên girtîgehê bi kar tînin jî gelek xerab in. Pîştî rêwitiya bi saetan şûnde nexweşî dîsa dest pê dike. Xwarin jî gelek xerab in û ne baş in. Li qentînan her tiştî didin girtiyên edlî. Lê ji yên siyasî re bi sînor e.  Gelek biha didin me. Di ava em dixwin de zeng û parçeyê camê tên dîtin.  Her wiha şapê jî dikin xwarinan.”