Nurten Uzumcu: Ev hilbijartin ji bo gelê kurd û HDP'ê fersendek dîrokî ye
- 09:08 14 Hezîran 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
BEDLÎS - Li her deverên Kurdîstanê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin berdewam dikin. Li hemberî hemû astengî û qedexeyan xebatên HDP'ê li her bajarekî didomin. Derbarê xebatên HDP'ê yên hilbijartinê de endama PM'ê a HDP'ê Nurten Ûzûmcû nirxandin kir.
Bi nêzîkbûna 24'ê hezîranê re xebatên HDP li bi taybetî li Kurdîstanê li hemberî hemû pêkûtiyên hikûmetê bênavber berdewam dikin. Ligel barkirina sindoqan û êrîşên li ser HDP'ê jî xetatên HDP'ê bi coş berdewma dikin ê. Li her tax, gund, bajar û kolanekê xebat têne meşandin. Endama PM'a HDP'ê Nurten Ûzumc axivi Nurtenê anî ziman ku ev hilbijartin ji bo gelê kurd fersendeke dîrokî ye û got ku ew li hemberî hemû êrîşan xebatên xwe didin meşandin.
'Ev hilbijartine ji bo gelê kurd û HDP fersendeke dîrokiye'
Nurtenê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî mîsyoneke dîrokî ye û wiha axivi;"Gelên Tirkiyeyê dê 24'ê hezîranê biçin ser sindoqan. Hemû bîrdozî û partiyên sîyasî bi hevre îttîfaq avakirin. Li Tirkiyeyê jî du îttîfaq hatine avakirin. HDP ji derveyî van îttîfaqan de ma. Ev hilbijartine ji bo gelê kurd û HDP fersendeke dîrokiye. Ji bo ku di 24'ê hezîranê de hêzeke xurt derbikeve holê em bi li Tirkiyeyê bi giştî xebatên xwe bi disîplîneke mezin didîn meşandin. Li hemberî hemû polîtîkayên êrîş, tune hesibandin, û tunekirinê me 25 Nîsanê li bajarê Bedlîsê xebatên xwe dane destpêkirin. Xebatên me bi eleqeyeke mezin didomin. Gava ku em siyaseta heyî dinêrin, bi tu awayî jin di siyasetê de wekhev nayê dîtin. Sedemê vê yekê jî destpêkê îktîdara heyî ye. Ji ber vê yekê jî têkoşîna jinan pir girîng e. Bi taybetî di jî di îktîdara 16 salan de xuya dibe ku hikûmeta AKP'ê tiştek nedaye jinan, ciwanan û karkeran. Ev yeke di beyannameya AKP'ê de jî baş hate dîtin. Lê gava ku em beyannameya HDP'ê dinêrin, herî zêde di vê beyannamê de jin heye û wekhevî esas tê girtin. HDP partiya jinan e. Em baş dizanîn ku dê 24'ê hezîranê dê HDP serbikeve. Ev îttîfaqe hişmendiya 12 îlonê ye. Ev bendave jî li hemberî hebûna gelê kurd e. Lê em wekî HDP dê 24'ê hezîranê bendavan derbas bikîn û serbikevîn."
'Li hemberî hemû astengîyan gel di sekna xwe de bi israr e'
Nurtenê bal kişand ser xebatên ku li Bedlîsê tên meşandin û got ku ew armanc dikin ku 3 parlementeran bişînin parlementoyê û wiha domand;"Niha armanca me a yêkem ewe ku em saziyên jinan yên ku hatine girtin, em bidîn vekirin. Ji bo ku li her taxekî meclîsên jinan bên avakirin em di nav hewlêdanên mezinde ne. Di heman demî de ji bo ku di qada tendûrîstî, ked û perwerdehiyê de jin zêdetir cih bigirin em tedikoşîn. Li gel komîsyonên me yên navçeyan em xebatên xwe yên hilbijartinê her roj bi kelecan û coşeke mezin didîn meşandin. Me li gel namzetên xwe hemû navçeyên xwe zîyaretkirin. Li hemberî hemû êrîş û astengiyan eleqeya gel pir zêde hebû. Gel di sekna xwe a têkoşer de tavîz nade. Ev jî nîşanî me dide ku gel li partiya xwe û vîna xwe xwedî derdikeve. Niha em li gundan û taxan xebatên xwe didîn meşandin. Li Tetwanê jî me koordînasyona jinan vekiriyê. Di heman demî de bi taybetî bernameyên jinan amade dikîn. Armanca me ewe ku em li Bedlîsê 3 parlementeran bişînîn parlementoyê. "
'Bila herkes xwedî sindoqa xwe derbikeve'
Nurtenê herî dawî bal kişand ser barkirina sindoqan û bang kir ku herkes di 24'ê hezîranê de xwedî sindoqan derbikeve û wiha got:"Li 81 gundên girêdahî Bedlîsê dê sindoq bên barkirin. Me li hemû navend û navçeyan ser sindoqan heval peyvirdar kirîne. Em bawer dikîn ku dê 24'ê hezîranê de gelê me xwedî li sindoqên xwe derbikeve. Hikûmet dixwaze zêdetir li ser sindoqên HDP lîstîkan bilîze, lê divê em destûrê nedîn vê yekê. Em bang li gelê xwe dikîn û dibêjîn ku her tişt bikaranîna deng nîne, kesên ku dengên xwe bikartînin bila sindoqa xwe jî xwedî derbikeve."