ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 14 Hezîran 2018
- Rojev
* Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê Stêrvan Bozan têkildarî hedefgirtina dewleta Tirk a li dijî çand û nasnameya Kurdan got:"Têkoşîna gelê Kurd a bi salan û xwedîderketina wan a li çand û axa xwe planên qirkirinê yên Erdogan û yên berî wî, vala derxist." DÎMEN HEYE
*Cîgira Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed derbarê hilbijartinên ku dê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê çê bibe û derbarê pergala ku Erdogan li Tirkiyeyê ava kiriye diyar kir ku bi pergala yekperest demokrasî nayê avakirin û got:"Siyaset û pergala ku dewleta tirk bi salane dide meşandin her dem nasnameya gelê Kurd hedef girtiye û gelê kurd qetil kiriye. Divê gelê Kurd ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bibin yek û li dijî pergala ku gelê Kurd hedef digire bisekinin." DÎMEN HEYE
*Ciwanê bi navê Eda Nur Duruş (15) û Mehmet Duruş(17) ku eleqeya wan bi mûzîkê heye, ji bo ku fêr bibin êvaran li kolana ber deriyê mala xwe dixebitin. Eda Nur Duruş stranan dibêje û Mehmet Duruş jî li tembûrê dide. Em dikarin bibêjin ku ciwanên niha ji bo bibin hûnermendên pêşerojê dixebitin. BI DÎMEN
*Li her deverên Kurdîstanê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin berdewam dikin. Li hemberî hemû astengî û qedexeyan xebatên HDP'ê li her bajarekî didomin. Derbarê xebatên HDP'ê yên hilbijartinê de endama PM'ê a HDP'ê Nurten Ûzûmcû nirxandin kir. BI DÎMEN
*TTR-FAP ku nexweşiyek genetîk e û kêm tê dîtin, her ku pêş dikeve dibe sedema windabûna fonksiyonên meşandinê. Her wiha tevizandina dest û lingan jî dibe ku yek ji nîşaneyên nexweşiyê be.
*Fatma Akaltug û Şengul Yuksel ên ji Girtîgeha Bakirkoy a Jinan tahliye bûn diyar kirin ku bi hinceta OHAL’ê gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn û got di serî de li Girtîgeha Bakirkoyê ku Sureyya Bulut bi nexweşiya tuberkulozê ketiye divê li hemû girtîgehan kontrola tenduristiya lezgîn bê kirin. DÎMEN HEYE
Parêzer Leyla Suren a ji Meclîsa Jinan a Stenbolê ye diyar ku di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de daraz zêdetir bûye mêr û cesaret daye kujerên jinan û got: “Gotinên AKP’ê cesaretê dide mêran. Ji sedî 87’ê dozan pêkanîna daxistina ceza pêk hat.” DÎMEN HEYE
*Ji Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê Zehra Polat diyar kir ku li dijî dijhiqûqiyên di hilbijartinê de divê muxalefet bi hev re bibin xwedî helwest û got peywira wan a ewil ev e ku dengên xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin. DÎMEN HEYE
*Jinên Suryanî li Mêrdînê derî bi derî digerin û ji bo HDP’ê dengan dixwazin. Jinan diyar kirin ku bila li meclîsê mafê gotina wan jî hebe û ji ber vê dengên wan ji HDP’ê re ne. DÎMEN HEYE
*Cansu Zengîn li Qelqeliyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku hevjînê Cansuyê li Stenbolê bûye û ligel malbata hevjînê xwe dima û di depresyona lohusayê de bûye. Ayşe Mînaz diyar kir ku jin di temenê zarokatiyê de tên zewicandin û ji malbatên hejmara wan 8-10 re xizmetê dikin û ev jî ji bo întîxarê sedemek bi bandor e. DÎMEN HEYE