Li gundên Tetwanê mal bi mal xebatên hilbijartinê didomin

  • 14:18 13 Hezîran 2018
  • Rojane
 
BEDLÎS - Li her bajar û gundên Serhedê xebatên HDP`ê bênavber didomin. 
 
Bi nêzîkbûna 24`ê hezîranê li her navçe û gundekî xebatên HDP`ê bi coşeke mezin berdewam dikin. Li gundê girêdayî navçeya Tetwanê gundê Torp,(Topköyü), Balekan,  xebatên hilbijartinê bi tevlîbûna namzetên HDP yên Bedlîsê didomin.
 
HDP`yî aliyê jinan ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Ji jinan re “Dengek ji bo HDP dengek ji bo Demîrtaş ” hate xwestin. 
 
Xebat mal bi mal berdewam dike.