Li Şehbayê meş hat lidarxistin

  • 12:47 13 Hezîran 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Gelê Efrînê yên ku li Kampên Kantona Şehbayê bi cih bûne bi dirûşma 'Ji bêdengiya cîhanê re na, serkeftin a gelê Efrînê ye' meşek girseyî li dar xistin. 
 
Gelê Efrînê yên ku li Kampên Kantona Şehbayê bi cih bûne bi dirûşma 'Ji bêdengiya cîhanê re na, serkeftin a gelê Efrînê ye' li dijî polîtîkayên dewleta tirk û hêzên navneteweyî meşek girseyî li dar xistin. Desteyên Rêveberiyên Xweser, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Meclîsa Kantona Şehbayê û bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ'ê, TEV-DEM'ê û pankartên "Em nabin hevkarê kujer Erdogan", "Ji bêdengiya hêzên navneteweyî re na" hatin hilgirtin. Meşê li ber Navenda Heyva Sor a Kurdî dest pê kir û heta Qada Navçeya Ehrezê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Kantona Şehbayê Henan Osman ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tu hêz dê nikaribe têkoşîna gelê Kurd bişkîne û vîna gelê Kurd teslîm bigire.
 
Piştî daxuyaniyê li ser navê Kongreya Star Emîne Dîngîlî axivî û got:"Erdogan û hevkarên wî dê tucarî nikaribe gelê Kurd ji hev qut bike û wan têk bibe. Efrîn ji aliyê Erdogan û hevkarên wî hat dagirkirin lê berxwedana me didome û wê bidome."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Gelê Kurd", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.