Ji Tirkiyeyê wêneyekî girtîgehê: Ne çîroka Azîz Nesîn e

  • 09:14 13 Hezîran 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne, du pirtûkên ku parêzerên wê şandibûn nedanê. Parêzeran biryar ragihand DDB’ê. DDB’ê jî pirtûk lêkolîn kirin û xwest biryarê bide lê vê carê ji ber pirtûk teslîmê xwişka Zehrayê hat kirin, neşandin DDB’ê. Parêzerên Zehrayê rewş wek ‘Çîroka Azîz Nesîn’ nirxandin û gotin bêyî pirtûkan jî dikare biryar bê dayîn.
 
2 pirtûkên hunerê yên ji bo Zehran Dogan a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne hatine şandine, wek çîrokên Azîz Nesîn in. Piştî ku Zehrayê pirtûkên xwe negirt, parêzerên wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. DDB’ê jî pirtûk xwestin û wê biryar bidana. Lê di vê navberê de îdareya girtîgehê pirtûk dan xwişka Zehrayê. 
 
Ji parêzerên Zehrayê Alptekîn Ocak diyar kir ku girtiyên din ên li girtîgehê jî rastî heman pêkanînan tên û got li gorî rêziknameya biryara DDB’ê û Wezareta Dadê her girtî dikarin 10 pirtûkan bigirin.
 
Alptekîn di berdewamiyê de bi lêv kir ku pirtûkên ji aliyê malbat û parêzeran ve tên şandin, nadin girtiyan.
 
Alptekîn balkişand ser biryara DDB’ê û got bêyî pirtûkan jî dikaribû biryar bidana û got ji bo pirtûk bigihêjin wê  ji nû ve heman pêvajoyê bidin destpêkirin.