‘Ya me di 16’ê Nîsanê de nîvco hişt em ê di 24’ê Hezîranê de temam bikin’

  • 09:12 13 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE - Ji Piştevaniya Mor Hatîce Goz diyar kir ku AKP di 16 salî de bi dijberbûna jinê tenê bi îstikrar bûye û wiha pê de çû: “Tiştê me di 16’ê Nîsanê de nîvco hişt em ê di 24’ê Hezîranê de temam bikin.”
 
Xebatên hilbijartinê bê navber didome. Jinên Piştevaniya Mor diyar kirin ku hesabên wan yê di 16’ê Nîsanê de nîvco maye wê di 24’ê Hezîranê de temam bikin.
 
Hatîce Goz derbarê xebatên hilbijartinê de agahî dan û got wezareta ji jinê berpirs veguhertine wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî û ev rewş jî bêtehemuliya li hembeî jinê derdixe holê.
 
Hatîceyê destnîşan kir ku  bi zanebûn li dijî jinan polîtîka pêk tên û wiha pê de çû: “Di pêvajoya referandumê de ‘na’ çiqas girîn bû di 24’ê Hezîranê de jî ‘temam’ ewqas girîng e. Di referandûma 16’ê Nîsanê de herî zêde jin xebitîbûn. Di dema AKP’ê de polîtîkayên êrîşê bi awayekî sîstematîk pêk hatin. Em jin  bi têkoşînek mezin TEMAM rêxistin dikin.”
 
‘Mêr me temsîl nakin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku di rojên borî de li Ispanyayê jinan piraniya parlamentoyê ava dike û ji hilbijartinê bi serkeftî derxistin û ev tişt anî ziman: “Lê li TBMM’ê jî her tim gotine ev qada mêran e. Em dixwazin ku jin li meclîsê jinan temsîl bikin. Ji bilî HDP’ê partiyên din me temsîl nakin. Mêr me temsîl nakin. Ji bo em di 24’ê Hezîranê de bêjin temam em wek piştevaniya Mor bê navber dixebitin. Em ji bo bibêjin ‘temam’ em têdikoşin.”