Kolan bi kolan xebata hilbijartinê dimeşîne

  • 09:09 13 Hezîran 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Namzeta HDP’ê ya Herêma Yekemîn a Stenbolê Şehrîban Alkiş ku ji pereyê simîtê kêm kir û ji marketên ‘wesayîta hilbijartinê’ kirê kir, balonên rengîn bi wesayîta xwe ve daliqand û li kolanên Kadikoyê belavokan belav dike û wiha dibêje: “Pergala deng, wesayîtên luks û kolon tuneye. Derfetên me kêm in. Dema me jî kêm e lê em xurtir in. Çi ji destên me bê em ê bikin.”
 
Namzeta Herêma yekemîn a Stenbolê ya HDP’ê  Şehrîban Alkiş a 23 salî ye û xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Marmarayê ye, li her çar alî Stenbolê xebatan dimeşîne û li qadan jî banga ‘dengan bidin HDP’ê’ dike. Şehrîban piştî dibe namzet ji pereyê simîta xwe kêm dike û wesayîtek hilbijartinê kirê dike.
 
Wesayîta wê ya hilbijartinê ne otomobîlek luks e,  erebokên li marketan ji bo dan û standinê tên bikaranîne. Afîş jî çap kiriye, balon girtiye û  sepet jî bi belavokan tije kiriye.
 
Şehrîbanê xebatên xwe wiha vegot: “Me xwest em hem rengê HDP’ê hem jî rengê ciwanan bidin nîşandan. Ji bo vê çi ji destê me hat me kir. Me balon danîn, me afîşa Selahattîn Demîrtaş danî, me afîşa min danî, flamayên HDP’ê me danî.  Gelek bal kişand. Yên derdorê sempatiyek mezin nîşan dan.”
 
‘Em neçarin dengê xwe bidin bihîstin’
 
Şehrîbanê daxuyakirin ku gelek endam, xebatkar, rêveber û namzetê serokomariyê yê HDP’ê girtî ye û got ligel vê HDP pirsgirêkên aborî jî dijîn û got tevî her tiştî wê çi ji destên wan bê bikin û dengê xwe bidin bihîstin.
 
Şehrîbanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bi piştevaniyê pere kom kir û megafon girt. Zêde baş dernakeve deng. Piştre me dest bi xebatê kir.
 
Xebatên cuda û rengîn gel kêfxweş dike. Her kes eleqeyê nîşan dide. Em ê bi wesayîta xwe ya marketê bendan hilweşînin.”