‘Ez tu carî poşman nebûm ji ber ku min neheqî qebûl nekir’

  • 09:03 13 Hezîran 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED -  Endama Meclîsa Şaredariya Yênîşehîr a Amedê Turkan Uzan Avşîn  a ku di 26’ê Çileya 2016’an de hat girtin, di 31’ê Gulana 2018’an de hat tahliyekirin. Turkan a ku gelek caran hatiye sirgûnkirin diyar kir ku li girtîgehê zext zêde hene.
 
Endama Meclîsa Şaredariya Yênîşehîr a Amedê Turkan Uzan Avşîn  a ku di 21’ê Çileya 2016’an de bi hinceta tevlî daxûyaniya “Îlankirina rêvebiriya xweser bû” polîsan bi ser mala wê de girtibûn û binçav kirin. Turkan piştî ku derxistin dadgehê hat berdan. Lê piştî gelek salan ji ber ku tevlî meşekê bûye cezayê girtîgehê yê 3 sal û  4 mehan ku jê re hatibû dayîn hat qebûlkirin û piştre hat girtin. Dayika 2 zarokan Turkan di 26’ê Çileya 2016’an birin Girtîgeha  Tîpa E’ya Amedê. Dema ku li wir girtî bû di 6’ê Adara 2016’an de li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 6 girtiyan fîrar kiribûn û ji ber vê rewşê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Piştî ku Turkan sirgûnî Gebzeyê hat kirin ji bo wê rojên xirarb hatin destpêkirin. Turkan Uzun Avşîn a ku di 31’ê Hezîrana 2018’an de tahliye bû ji me re behsa şert û mercên girtîgehê û di girtîgehê de çi jiya bû kir.
 
Turkan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez di 26’ê Çileya 2016’an de hatim girtin û min birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Amedê û di 31’ê Hezîrana 2018’an de jî hatim tahliye kirin. Li Girtîgeha Amedê şert û mercên gelek giran hebûn. Li dijî girtiyan îşkence dihat kirin, heqaret li me dihat kirin. Li girtîgehan tim têkoşîn û berxwedanek hebû. Ji ber ku meha zivistanê bû. qawîşa ku em lê diman gelek sar bû. Her wiha ji ber ku lawê min biçûk bû min ew jî hilda gel xwe. Ev jî bo zarokan titştekî gelek zahmet e. Ji ber ku zarok nikarin bi wî awayî bijîn û ji bo wan zahmet e. Girtîgeh ji bo me jinan jî aliyê şert û mercan de gelek zehmet bû û ji bo zarokan du qat zehmettir bû.”
 
'Xwestin ku ez bibim îtîrafakar'
 
Turkan di berdewama axaftina xwe de wiha dibêje: “Hîn ku li Gîrtîgeha Amedê sal û nîvek min neqediya, gardiyanan ji me re gotin ku hûn hatine sirgûnkirin. Sedema sirgûnkirina me jî di 6’ê Adara 2016’an de 6 girtiyan firar kiribû. Ji ber wê tirsê ez û jinên ku bi min re di heman qawişê de diman sirgûnî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê kirin. Dema ku ji me re gotin hûn hatine sirgûnkirin kurê min jî li gel min bû. Min nikaribû ku kurê xwe bikim erebeya zirxî û bi xwe re bibim sirgûnê.Piştre min kurê xwe li gel hevjînê xwe hîşt. Wekî her girtîgehan li Girtîgeha Gebzeyê jî şert û merc gelek giran û qirêjbûn. Di girtîgehê de rojname, pirtûk û dergî nedidan me. Em tim rastî tacîza devkî ya gardiyanan dihatin. Lê me tu carî serî li ber wan netewand. Di girtîgeha Gebzeyê de ji min re rojekê kaxizek  ku li ser nivîsa ‘Ez ji rêxistinê vediqetim’ hebû anîn. Ji me re gotin ger ku hûn vê kaxizê îmze bikin, hûnê bên berdan. Lê belê min tu carî ev qebûl nekir û îmze nekir.”
 
‘Zarokên min jî bi min re dihatin sirgûnkirin’
 
Turkan di dirêjiya axaftina xwe de got ku dema di girtîgeha Tîpa D ya Amedê  de bû her meh zarokên xwe didît, lê belê ji ber pirsgirêkên aborî ji sê mehan carê zarokên xwe dîtiye û wiha bi lêv kir: “Ji ber pirsgirêkên aborî min nikaribû zarokên xw bibînim. Ji bo zarokên xwe bibînim min sewka xwe xwest cihekî cuda. Sewqa min hat qebûlkirin û ez vê carê jî sirgûnî Girtîgeha Sîwerekê hatim kirin. Ji ber ku hevjînê min ji kar derket me  ji aliyê aborî ve gelek zehmî kişandin û min ji bo zarokên xwe bibînim wan girt  gel xwe. Zarokên min jî bi min re dihatin sirgûnkirin. Ji ber ku ez li ku bûm ew jî li wir bûn. Piştî darbeya 15’ê Tirmehê di girtîgehan de rewş girantir bû. Li wir jî rojname nedidan me, an jî rûpelên rojnameyê yên ku derbarê girtîgehan de bûn derdixistin. Ev rewş gelek caran dubare bû û em piştre bi berpisryarên girtîgehê re axivîn. Ji me re gotin ku Wezîr ev biryar daye û hemû rûpelên rojnameyên jê derxin. Lê belê me qebûl nekir. Ji ber bertekên me wan gav paşve avêt û roja din rojaname dan me û rupelên rojên ku nedabûn jî dan. Piştî du rojan carek din rojname nedan me û me carekedin pirsî. Ji me re gotin ku rêveberiya girtîgehê biryareke wiha girtiye û nade. Lê em dîsa li hember vê rewşê bêdeng neban û wan li dijî têkoşîna me carekedin gav paşve avêt.”     
 
‘Piştî 2 sal û nîvan ez  carekedin bi zarokên xwe re me’
 
Turkan diyar kir ku ji vê rewşê re biyanî nîne û ev tişt got: “Di salên 90’î de ez hîn zarok bûm, polîsan tim bi ser mala me de digirt. Xwîşka min wê demê tevlî refên PKK’ê bûbû û ji ber vê jî polîsan tim zext li  me dikir. Em bi zextên mezin bûn. Em hatin sala 2016’an, lê me bedelên ji salên 90’î girantir dan. Çawa ku min di zaroktiya xwe de zextên dewletê dîtin, zarokên min jî 1-2 saliya xwe de bi zextan re rûbirû man. Piştî 2 sal û nîvan ez îro carekedin bi zarokên xwe re me.  Ez tu carî poşman nebûm. Ji ber ku min tiştekî xirab nekir, min bi tenê li dijî neheqiyê li ber xwe da.”
 
‘Cihê zarokan ne girtîgehe’
 
Turkan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zarokên ku di girtîgehande ne û got ku rewşa zarokên ku di girtîgehan de ne gelek xirabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e raya giştî li dijî vê rewşê bêdeng nemîne.  Zarokên ku hîn 12-13 salî ne ceza li wan hatiye birîn. Ev edalet nîne, ev bêedaletî ye. Ev pirgirêka hin kesan tenê nîne ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Kesên ku  dibêjin ez bi wîcdan û ehlaq im bila  bêdeng nemîn. Cihê zarokan ne girtîgeh e."