Namzedên HDP'ê bê rawestan dixebitin: Ji Serhedê heta Botanê û Stenbolê her der HDP

  • 17:43 12 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzedên HDP'ê ku bê rawestan dixebitin, îro jî li 10 navendan bi gel re hatin  cem hev. Di çarçoveya xebatên ku hatin kirin de ji Serhedê heta bi Botanê û Stenbolê her der bi rengê HDP'ê xemilî.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bê rawestan xebatên xwe berdewam dike, îro jî namzedên wê li Wan, Erzirom, Qers, Erdexan,  Agirî, Şirnex û li Stenbolê bi hilbijêran re hevdîtin kirin. 
 
Wan
 
Namzedên HDP'ê ku li gel heyetên bi wan re li navend û navçeyên wanê xebatên xwe berdewam kirin .Di çarçoveya van xebatan de  namzedê HDP'ê yê wan  Murat sarisaç û heyata pê re li Wanê çûn serdana welatiyên li TOKÎ'yên li Kevenliyê ne û serdana esnafan kirin. Esnafên li bazarê ku bi xweşbînî namzed pêşwazî kirin diyar kirin ku qeyûm girîngiyê nade bazarê. 
 
Tuşba
 
Li Tuşbayê jî rêxisitna navçeya ya HDP'ê bi namzedê xwe Tayyîp Temel re li Sîteya Oto Snayiyê  xebatên hilbijartinê kirin. Heyeta ku esnaf yek bi yek ziyaret kirin hem biroşur belav kirin û hem jî kartên cejnê dan esnafan. namzedê HDP'ê Tayîp temel yên ku pirsgirêkên esnafan guhdar kir diyar kir ku ew ê di 24'ê hezîranê de bi esnafan re bersiveke baş bidin îktîdarê.
 
Bêgirê
 
Li Bêgirê jî namzeda HDP'ê  Asuman Yelmazer û heyeta pê re serdana gel û esnafan kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartina 24'ê Hezîranê. Serdana HDP'ê rastî elqeyeke mezin a welatiyan hat.
 
Elbak
 
Li Elbakê jî xebatên HDP'ê li taxan, gundikan û li gundan berdewam kirin û welatiyan helqeyek mezin nîşan da.
 
Saray
 
Li Sarayê jî xebat hebû. Heyeta HDP'ê derî bi derî geriya û ji welatiyan deng xwest. heyet bi coşeke mezin hat pêşwzîkirin.
Li vê derê jî namzeda HDP'ê Mukaddes Karakoç axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiyê 
 
 
Agirî
 
Li navçeya Agiriyê Diyadînê jî namzedên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdan Ozturk, Abdullah Koç û Kezban Dumlu di çarçovya xebatên hilbijartinê de bi gel re hatin gel hev. Gel bi dirûşmên "Bijî HPD" namzed pêşwazî kirin.
 
Xebatên HDP'ê bi serdana malan û esnafan berdewam kirin.
 
Mûş
 
Li Mûşê jî namzedên HDP'ê Mansur Işik û Gulîstan Kiliç Koçyîgît çûn serdan fabrîkaya şekir ku dewletê firot û piştre jî çûn serdana esnaf û welatiyan.
 
Erzirom
 
Ji bjarên ku xebatên hilbijaritinê li bê navber berdewam dikin yek jê jî Erzirom e. Namzedên HDP'ê di çarçoveya xebatên dikin de bi gel re hevdîtin kirin. Konvoya HDP'ê ya ku li navçeyan geriya ji aliyê welatiyan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
 
Colemêrg
 
Bi nêzîkbûna 24`ê hezîranê re xebatên HDP`ê li Colemêrgê  li gundan bênavber didomin. Li gundên girêdahî navçeya Çelê. bi tevlîbûna alîkariya hevserokatiya DBP Hacer Ozdemîr û rêxistinên HDP,DBP navend û navçeyan li gundên Minyanîş   zahîte  Aşutê  xebatên hilbijartinê dan meşandin. Bi taybetî jî jinan eleqeyeke mezin nîşanî HDP`ê da. 
 
Li gundê Zarûte Hacer Ozdemîr axivi Hacerê bal kişand ser namzeta HDP a girtî Leyla Gûven û got ku ew dengê Leyla digihîjin jinan û wiha axivi;“Me slavên Leyla Gûvenê ji we re anîne. Em jin li her derê ne. Dibe ku Leyla Gûven girtî be vîna me di girtîgehê de be. Lê em jin ji bo ku dengê Leylayê bidîn bihistîn em li vir în. Em ê 24`ê hezîranê deng û rengê jinan û tifaqa gelê kurd nîşanî hemû cîhanê bidin.”
 
Xebat li gundan bi govend û coşa jinan berdewam kir. 
 
Qers
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) xebatên xwe yên hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dike. Ji van navendên ku bê navber xebat lê tên kirin yek jê jî bajarê Qersê ye namzeda HDP'ê Arzû Maco, di çarçoveya van xebatan de li Dîgorê bi gel re hat cem hev. Arzû piştî hevdîtina bi gel re çû gundê Zixçe û Nexşan yên Dîgorê û bi jinan re hat gel hev.
 
Arzû li gundan bi alên HDP'ê hat pêşwazîkirin û li gund ji gel re axivî. Arzu piştî ku demekê bi jinan re govend girt bi dirûşmên "Jin jiyan " azadî hat pêşwazîkirin.
 
Herwiha namzedê Qersê Ayhan Bîlgen jî, li Qaqizmanê xebatên xwe berdewam kirin.
 
Amed
 
HDP xebatên xwe yên hilbijartinê bi coş didomîne. Namzeta HDP'ê ya Amedê Ferda Fahrîogllu Akin û rêvebirên HDP'ê li Taxa Gazî û Çarixliyê ya navçeya Sûr a Amedê esnafan ziyaret kir. Di ziyareta esnafan de Ferda Cejna Remezanê li hemû kesan pîroz kir. 
 
Şirnex 
 
Li Şirnaxa ku xbatên hilbijartinê bê navber lê berdewam dikin  rêxistina HDP'ê ya Cizîrê mal bi mal derî bi derî geriya û gel vexwend mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê ku wê di 16'ê Hezîranê de bê kirin. Namzedên HDP'ê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
 
Stenbol
 
Li Stenbolê jî xebatên HDP'ê li hemû navçeyan bê navber berdewam dikin. Jinên DHP'yî li Pendîkê standa hilbijartinê vekirin û belavok li gel belav kirin.