Figen Yuksekdag: Dê jinê benda zilmê hilweşîne

  • 17:21 12 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku niha di Girtîgeha Kandirayê de ye got:"Dê benda zilmê jinê hilweşîne. Dê ev hilbijartin hilbijartina jinê be. Çimkî yên ku dê benda zilmê hilweşînê jin in."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku niha di Girtîgeha Kandirayê de nivîsek bi serenavê "Dê jinê benda zilmê hilweşîne" nivîsand.
 
Fîgenê di nivîsa xwe de wiha got:
 
"Ger li welatekî mirina jinan û karkeran zêde be gotinek ku ji wê pergalê bê kirin nemaye jixwe. Loma dema ku mirov biçe ser sindoqan divê tenê li vê yekê wekî hilbijartin nenihêrin. Mesela esil ev e ku em bikaribin li dijî îktadara ku tehemulî kesî nake, em bikaribin bisekinin. Ji bo bêadaletî ji holê rabe divê ev hilbijartina bi awayekî serkeftî derbas bibe. Divê jin jî ji bo hemû zordestiyên ku îro tê kirin, îro têbikoşin. Çimkî jin vê rizgariyê nikarin tarloq bikin. Pêdivî ji cesareta jinê heye loma kesên ku dibêjin dê bi jinê bê guhertin rast dibêjin. Ji bo ev pergala bê guhertin jin hêzek mezin e çimkî. Di vê pêvajoya bendên mezin li pêş têkoşîna me hatiye avakirin de, em ê bi ser bikevin. 
 
'Dê jinê benda zilmê hilweşîne'
 
Efendiyê tariya li qesrê dibêje em nahêlin HDP bendê derbas bike. Êrîşî îradeya bi milyonan gelan dike. Niha dem dema têkbirina zihniyeta tarî ye. Divê em benda neheqiyê hilweşînin. Dê vê yekê jî jinê bikin. Divê hesabê bi hezaran jinên ku di vî 16 salî de hatin qetilkirin, bê pirsîn. Ji bo dayika Taybet, Cemîle û jinên ku pitikên wan di zikê wan de bû û jiyana xwe ji dest dan neyê jibîrkirin, teqez dê jinê bi ser bikevin."