Dayikên aştiyê ji bo piştevaniya Leyla Guven çûn Colemêrgê
- 16:49 8 Hezîran 2018
- Rojane
COLEMÊRG – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê çûn ku çûn Geverê wê li ser navê Namzeta HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî xebata hilbijartinê birêve bibin.
Komek endamên Melcîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi minaebeta xebata hilbijartinê ya Namzeta HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî birêve bibin çûn Geverê. Dayikên Amedê li buroya hilbijartinê ya li ser Kolana Cengîz Topel a Geverê ji aliyê Dayikên Aştiyê yên Geverê ve hatin pêşwazîkirin. Dayikên Amedê û Geverê daxuyanî dan û gotin ku ew ê li ser navê Leyla Guven xebata hilbijartinê li Colemêr û navçeyên wê bi rêve bibin.
Dayika Aştiyê Kiymet Temel axivî, ji bo piştevaniya dayikan malovaniya wan kir û got: “Ji bo xwîn bê sekinandin, hilbijartin ji bo gel fersendek dîrokî ye. Wê ev fersend jî di sindoqan de bersiv bide yên zarokên me dikujîn.”
Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.