Malbata Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 79’emîn serledan kirin

  • 12:31 8 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmralê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin cara 79'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Ji malbata Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, cara 79’emîn bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
  
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş  Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrasyê dan.
  
Ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve 78 carin serlêdanên malbatan hatin redkirin.