Namzeda HDP'ê Emîne Kaya: Em paşve gavê navêjîn
- 11:52 8 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Namzeda HDP'ê Emîne Kaya ya ku di encma astengkirina polîsan a li ser standa HDP'ê de bî êrîşa polîsan re rûbirû ma wîha got: "Ev ne cara yekê ye ku em bi êîrşa dewleta baviksalar re rûbirû dimînin. Lê em paşve gavê navêjîn .Ger ku em bibêjin wê biguhere tê guhertin û em ê biguherînin."
Ji roja ku xebatên hilbijartinê hatine destpêkirin roj namîne ku li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşek ji aliyê dewletê û polîsên wê ve nayê kirin. Li gel HDP'a ku her roj bi êrîşan re rûbirû dimîne vê carê jî namzeda HDP'ê ya Enqereyê Emîne Kaya bî êrîşa polîsna re rûbirû ma. Emîne ya ku bi êrîşê re rûbirû ma derabarê pêkanînên ku tên kirin de jî ajansa me re nirxandin kir.
Emîne ya ku tişta jiya vegot wiha dest bi axaftina xwe kir:" Roja çarşemê hat gotin ku îroa (danasîna namzedên MHP'ê heye) zêde belav nebin û sînorek ji me re danîn. Duh me dîsa standa xwe danî û me belavokên xwe belav dikirin. Dîsa polîsa hatin û gotin ku hûn rê li welatiyan teng dikin, hun bi darê zorê belavokan didin û nehiştin ku em belavokên xwe belav bikin."
'Em mafên xwe yê demokratîk bi kar tînin lê me asteng dikin'
Emîne di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku xebata hilbijartinê mafekî demokratîk e û ev tişt got: "Piştî ku min ji polîsan re got em mafên xwe yê demokratîk bi kar tînin û hûn me asteng dikin, polîs min daf da û destê xwe li min rakir. Piştî ku ez paşve vekişiyam derba ku wê li rûyê min bida ji girika min ket. Berîya vê jî dema ku me govend digirt dîsa êrîş kirin û tehdît kirin."
'Em ê tundiyê têk bibin'
Emîne diyar kir ku ew ê di pêavjoya hilbijartinê de paşve gavê neavêjin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ji ber elqeya ku nîşanî me tê dayîn aciz dibin. Me ciwan û jinan tu carî sînorê ku ji bo me hatin danîn qebûl nekir û em ê nekin jî. Em ciwan û jin ji bo ku bendên li pêşiya me hatine danîn em ê hilweşînin û berxwedana xwe berdewam bikin. Bi tundiyê nikarin me têk bibin. Wê bi me biguhere û em ê biguherin."