Li Wanê endamên lijneya sindoqan û muşahîd amade ne

  • 09:07 8 Hezîran 2018
  • Rojane
WAN - Parêzer Dîlan Kunt li ser navê Koordînasyona Hilbijartina Navendê agahî da û diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartina HDP'ê de komîsyon hatine avakirin û peywirdarên dibistanê, endamên lijneya sindoqan û muşahîd amade ne.
 
Li Wanê Koordînasyona Hilbijartinê, Bîlgî Îşlem, Komîsyona Hilbijartinê ya bi Tevger xebatên xwe temam kirin. Di çarçoveya vê xebatê de li navend û navçeyan bi giştî 731 dibistan, 3 hezar û 41 sindoq, 637 hezar û 867 hilbijêr hene. Li gorî vê jî 713 berpirsên dibistanê, 2 hezar 41 endamên lijneya sindoqê û li ser her sindoqekî muşahîdek tê peywirdarkirin. Li gorî mezinbûna dibistanê wê hejmara endamên lijneya sindoqan û muşahîdan jî diyar bin.
 
Parêzer Dîlan Kunt li ser navê Koordînasyona Hilbijartina Navendî agahî da û got di 24'ê Hezîranê de cihê her kesî diyar bûye û wiha got: "Hemû endamên sindoqên me niha amade ne. Niha jî em xebatên muşahîdan dikin."
 
'Wê endam bên perwerdekirin'
 
Dîlanê bi lêv kir ku derbarê 244 sindoqên ku ji aliyê YSK'ê ve hatine rakirin de xebat dimeşin û wiha pê de çû: "Bi pêşengiya Platforma Hiqûqnasên Mezopotamyayê ve wê ji bo endam û muşahîdên me perwerde bê dayîn. Ev perwerde wê li 13 navçeyên me bên dayîn. Em hîna ji bo muşahîdiyê serlêdanan dikin."
 
'Em ê vê pêvajoyê heta dawî bibin'
 
Dîlanê derbarê sindoqên hatine barkirin de jî wiha got: "Li gundên Erdîşê sindoq piranî birine gundên cerdevanan. Gel pir nerehet e. Lê endam û muşahîdên me wê bi parêzeran re çi hewce be bikin. wek OHP em ê bi 80 parêzerên xwe li qada bin. Em ê pêvajoyê heta dawî bibin. Ev hilbijartin ji yên din cuda ye. Divê hilbijêr jî perwerdehiyên xwe temam bikin. Dikarin li ser bikaranîna dengan bixebitin. Mînak dayikek 80 salî divê malbat li hev kom bin û bikaranîna dengê hînê wê bikin."
 
Melek Ozçelîk jî derbarê hilbijêrên bi tevger de agahî dan û got ev hilbijêr jî koçer, şivan û karkerên demsalî an jî xwendekar in. Melekê got ji bo van jî xebatên wan didomin û  her wiha da zanîn ku hilbijêrên ku derfetên wan ên veguhestinê jî tune dikarin xwe bigihînin wan. Her wiha bang li hemû kesî kir ku divê bi rihê 7'ê hezîranê xwedî li sindoqan derkevin.