Yuksel Mutlu: Em ê di 25’ê Hezîranê de xeta têkoşînê bidomînin

  • 09:05 8 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Hevşaredara DBP'ê ya Akdenîzê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayînî cihê wê bû, destnîşan kir ku tabloya di 25'ê Hezîranê de dertê holê wê xetên têkoşînê diyar bike û navnîşana ku ev xet lê bê meşandin jî HDP ye.
 
Yek ji şaredariyên ku qeyûm lê hatiye tayînkirin a Akdenîz a Mersînê ye. Hevşaredariya wê Yuksel Mutlu jî ji peywirê hatiye girtin.
 
Yukselê daxuyakirin ku niha pêvajoyeke ku di demên darbeyê de jî nehatine jiyîn, pêk tê û di vê hawirê de têkoşîn û berxwedanek mijara gotinê ye û muxalefeta demokatîk tevî hemû zext û êrîşan têkoşîn daye.
 
'Îradeya gelan hat xespkirin'
 
Yukselê destnîşan kir ku her kes îtîraz dike û îtîraza her kesî bi qiymet e û got: "Divê ev îtîraz bên cem hev û rêxistinbûnek muxalefetê derkeve holê. Bi KHK'yan kedkar ji karê wan hatin girtin. Parlamenter, hevşaredar, hevserok, HDP'î hatin girtin. Bi hezaran karker bêyî sedem ji kar hatin avêtin.Îradeya gelan tune hat hesibandin."
 
' Hilbijartinek ne demokratîk e'
 
Yukselê hilbijartina 24'ê hezîranê jî nirxand û got ji ber AKP nikare welat bi rê ve bibe çûye hilbijartinê û gelek aliyên civakê ji desthilatdariyê ne rehet in. Her wiha got hilbijartin di bin hawirek ne demokratîk de pêk tê. Yukselê di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina li sindoqan li hemû kesî kir.