‘Dewlet xwezayê pêşkeşî sermayeyê dike’

  • 09:03 8 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Aktîvîstên ekolojiyê û welatî diyar dikin ku dewlet xwezayê pêşkêşî sermayeyê dike û gotin: "Ji partiya ku di tuzuka wê de ekolojî tuneye re deng jî tuneye."
 
 Aktîvîsta Ekolojiyê Sevtap Aydan destnîşan kir ku dewletê xweza kiriye rant û wiha pê de çû: "Îzmîr jî di bin êrîşa van polîtîkayan de ye. Jiyana xwezayî û mirovên tê de di bin tehdîdê de ne. Divê demildest hêzên demokrasiyê, ekolojîst û her kes bên cem hev û li dijî vê talanê bisekinin."
 
'Divê em dengê xwe bidin partiya ku bernameya wê ya ekolojiyê heye'
 
Nuran Ogulbulan jî destnîşan kir ku ew ji bo qadên jiyanê yên dikarin tê de bijîn di Platforma Parastina Derdorê ya Îzmîrê de cih digire û wiha pê de çû: "Daristanên bajar, çavkaniyên avê bi kîmyewiyan tê jehrîkirin. Enerjiya nukleer wê rê li ber karasetên mezin vebike. Di 24'ê Hezîranê de partiya xwe xwezayê diparêze wê bi ser keve. Em ê dengê xwe bidin partiya ku bernameya wê ya ekolojiyê heye."
 
'Warê me tune dibe'
 
Ayşe Çetîn jî ku li dijî santralên jeotermal ên li navçeya Efeler a Aydinê tê avakirin têdikoşe û got ew dengê xwe wê bidin kesên ku xwezaya wan diparêze û bertek nîşan da û got warê wan tune dibe.
 
Yagmur Bulut jî ku xwendekara lîseyê ye û hezkiriya xwezayê ye got ew pêşerojek xweş dixwazin û ji bo vê wê her tiştî bikin.