ROJEVA 8’Ê HEZÎRANA 2018’AN

  • 09:00 8 Hezîran 2018
  • Rojev

* Pêngaveke din a pêkanîna înkar û îmhayê qeyûm bûn û bi vê re hemû destkeftiyên  jinan ji aliyê AKP’ê ve hedef hat girtin.  Qeyûmên AKP’ê ku ji hemû sazî û komeleyan navê jinan derxistin bi hewldana avakirina ‘jina meqbûl’ rastî berxwedana jinan hat.

*Ermenî û Êzidiyên ji ber qirkirinê koçî Qersê kirine, bi hesret li Çiyayê Elegezê dinêrin û dibêjin ‘evîna ku hestret ava kiriye’.

*Aktîvîstên ekolojiyê û welatî diyar dikin ku dewlet xwezayê pêşkêşî sermayeyê dike û gotin: “Ji partiya ku di tuzuka wê de ekolojî tuneye re deng jî tuneye.” BI DÎMEN

* Rozerîn Tosun a diçe zanîngehê û namzeta HDP’ê ya Edeneyê  ye, diyar kir ku ew ê dengê nexweşên SSPE’ê û xwişka wê ya SSPE ya di 7 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye, bide bihîstin. BI DÎMEN

*Hevşaredara DBP’ê ya Akdenîzê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayînî cihê wê bû, destnîşan kir ku tabloya di 25’ê Hezîranê de dertê holê wê xetên têkoşînê diyar bike û navnîşana ku ev xet lê bê meşandin jî HDP ye. BI DÎMEN

* Jinên Mêrdînê barkirina sindoqan nirxand û diyar kirin ku wê destûrê nedin dizîna yek dengî û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de rê bidinê.  Bila êdî biçe. Em naxwazin. Em ê wî ji wê kursiyê deynin.” BI DÎMEN

* Parêzer Dîlan Kunt li ser navê Koordînasyona Hilbijartina Navendê agahî da û diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartina HDP’ê de komîsyon hatine avakirin û peywirdarên dibistanê, endamên lijneya sindoqan û muşahîd amade ne.

* Cîgira Desteya Jinê ya Kantona Kobanê Almaz Ronî têkildarî talankirina li Efrînê hat kirin û jinên li Efrînê hatin revandin axivî û  got:"Jinên Kurd her dem serî li dijî dagirkeriyê û zilmê rakirine û li çand, ziman, dîrok, hunera xwe xwedî derketina loma her dem hedef hatine girtin. Tevî hemû zordestiyan jinên Kurd ew ê tu carî serî netewînin." BI DÎMEN

* Li nexweşxaneya Til Temira Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAÎŞ'ê ve teqîn pêk hatibû û nexweşxaneya Til Temirê hatibû hilweşandin. Dewsa nexweşxaneya ku hat hilweşandin, di 4'ê Nîsana 2018'an de Nexweşxaneya bi navê Şehîd Lêgerîn Çiya hatibû çêkirin. Endama Rêveberiya Nexweşxaneyê Nesrîn Dawud têkildarî xizmeta nexweşxaneyê de axivî û got:"Em hewl didin ku bi xizmeta xwe gelê xwe ji nexweşiyan biparêzin. Xizmeta me ya ji bo gel didome û bi vî awayî têkoşîna me ya li dijî çeteyên dijmirovatiyê jî didome." BI DÎMEN