Li Kocaeliyê jin li fitarê hatin cem hev

  • 10:49 7 Hezîran 2018
  • Rojane
KOCAELÎ - Endama PM'a HDP'ê Asiye Kolçak li taxa Topçularê di xwarina fitarê ya ku ji bo jinan hatibû amadekirin de axivî û banga xwedîderketina li dengan kir.
 
Meclisa Jinan Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Kocaeliyê li taxa Topçular ya Îzmîtê ji bo jinan bernameya fitarê li dar xist. Di fitarê de li gel Meclisa Jinan a HPD'ê Kolektîfa Keda Jinan jî piştgirî da bernameyê.  Di bernameya ku Hevseroka Bajêr a Patiya Kedê(EMEP)  Arzu Erkan tevli bû, Hevseroka Bajêr a HDP'ê Leyla Aygun û namzeda parlamenteriyê ya HDP'ê Meryem demîr jî cih girtin.
 
Di bernameya ku hat lidarxisitn de Endama PM'a HDP'ê Asiye Kolçak axivî û wiha got: "Ev pirsgirêk ên çûna îktîdarê ne. Çiqas ku çûna wan nêz dibe ewqas êrîş dikin. Em jin li hemû beşên partiya xwe hene. Ez bang li we dikim ku hûn li sendoqan xwedî derkevin."