Gulbeyaz Bîngol: Di 24'ê Hezîranê de vîna jinê dê welat rizgar bike
- 09:08 7 Hezîran 2018
- Rojane
MÛŞ-Di çarçevoya hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li her deveran xebatên partiyan bênavber berdewam dikin. Der barê hilbijartinê de Seroka baskê jinan a CHP'ê Gûlbeyaz Bîngol axivi Gûlnazê bal kişand ser vîna jinê û got ku di 24 'ê hezîranê dê Tirkiyeyê vîna jinan rizgar bike.
Li Tirkiyeyê gelên ku dijin dê di 24'ê hezîranê de li hemberî hemû pêkûtiyên hikûmetêbiçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Li her deverên Tirkiyeyê xebatên partiyên muxalîf bênavber berdewam dikin. Der barê pêvajoya hilbijartinê de Serija Bazkê jinan a Mûşê Gulbeyaz Bîngolê nirxandin kir. Gulbeyazê da zanîn ku êdî tehemûla hilbijêrên AKP'ê nameye û got ku di vê pêvajoyê kesên ji AKP'ê qut bûne zêde ne.
'Ji meha kanûnê de ji bo AKP'ê li dengan digerin'
Di berdewamiya axiftina xwe de Gulbeyazê daxuyand ku AKP û MHP'ê armanc dikir ku partiyên muxalîf di hilbijartinê de ji nedîtî ve bê û wiha axivi;" Bi biryara hilbijartinê em matmayî nebûn. Em wekî CHP'ê li benda biryareke wiha bûn. Ji xwe ji meha kanûnê de heyanî niha ji waliyê heyanî qeymeqam li gundan ji bo AKP'ê deng kom dikirin. Haya me ji vê amadekariyê hebû. Em di bin siya OHAL'ê de çûyina ser sindoqan rast nabînîn. Ji ber ku ev ne li gorî qanûnê ye. Gel di bin siya OHAL'ê de nikare bibe vîn. Ji ber ku her roj vîna wan tê binpêkirin û tune tê hesibandin. Ji aliyê aborî ve jî welat her roj ber bi tunebûnê ve diçe. Bi îttîfaka Erdogan û Devlet Bahçeli biryara hilbijartinê hat dayîn. Bi vê biryarê gel matmayî nema. Ji ber ku gel li benda biryareke wisa bû û dîsa em matmayî nekirin. Bahçelî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û gotinekê diavêje holê piştî 24 seatan şûnde xwediyê wê derdikeve holê. Armanca vê îttîfak û biryarê ew bû ku, partiyên muxalîf bê amadekarî bikevin pêavjoya hilbijartinê."
'AKP'ê de qutbûyîn heye '
Gulbeyazê diyar kir ku li Mûşê xebatên wan bênavber didomin û got ku ew herî zêde dixwazin jinan guhdarî bikin û wiha berdewam kir;"Li Mûşê xebatên me bênavber berdewam dikin. Em dixwazîn di vê pêvajoyê de herî zêde jinan guhdarî bikîn. Ji ber ku jin dê biguherînin. Her sal gel ber bi pêvajoya hilbijartinê ve dibin. Lê ev hilbijartin mîna hilbijartinên berê nîne. Gel pir hesas û girîng nêzî vê hilbijartinê dibe. Ji ber ku êdî dizanin ku dengê wan dê pêşeroja wan aşkere bike û êdî ji vê yekê bawerin. Ev hlbijartin ne ya Ehmet û Mehmedan e. Ev hilbijartin ji bo welat, demokrasiyeke xweser dê pêk bîne. Em demokrasiyeke ku her partî û her hilbijêr karibe xwe azad îfade bike dixwazîn. Di vê pêvajoyê de em hewla HDP û amadekariyên HDP dibînîn. Di AKP'ê de jî em qutbûyina dibînîn. Her hilbijêrek AKP'ê ji vê pêvajoyê û hikûmetê bê hêvî ye û ji ber wê jî bi temamî ji AKP'ê qut dibe. "
'Herî zêde pêdivîya demokrasiyê bi dengê jinan heye'
Gulbeyazê herî dawî daxuyand ku ew ê destûrê nedin ku dijminahiya gelan li welat ava bibe û wiha pê de çû;"Em dixwazîn ku gelê me, aşitî, wekhêvî û demokrasiya xweser pêk bîne. Di xwazin komara ku gelên li ser vê erdnîgariyê ava kirine hilweşînin. Li Çanakkaleyê xwîna kurd, tirk, elewî, sunnî, laz û çerkezan heye. Ev welat ewqas hêsan nehate rizgarkirin. Ev welat welatê me hemûyan e. Em ê destûr nedîn ku welat perçe bikin. Bêgûman dê 24'ê hezîranê vîna jinan welat rizgar bike. Herî zêde pêdivîya demokrasiyê bi dengê jinan heye. Bang dikim ku herkes sindoq li ku be bila herin dengê xwe bikar bînin û destûrê nedin hileyan. Ji ber ku her sindoqek dê pêşeroja me aşkere bike."