Di bin dorpêçê de dîroka ji nû ve bi parastina cewherî hatiye nivîsîn (2)

  • 09:07 7 Hezîran 2018
  • Dosya
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li dijî polîtîkayên înkar û îmhayên rêbazên parastina cewherî û berxwedan pêş xistin, bi bedenên xwe bersiv dan polîtîkayên faşîst û zayendperest ên AKP’ê.  Di dema ‘rêveberiyên xweser de’ 107 jin ku 78 jê navê wan hat diyarkirin ji aliyê hêzên AKP’ê ve hatin qetilkirin.
 
AKP û Tayyîp Erdogan ku polîtîkayên înkar, îmha û komkujiyê ku di bin navê ‘plana têkbirinê’ de kir rojevê pêngav bi pêngav pêk anîn. Ji 7’ê hezîrana 2015’an û heta niha li Tirkiyeyê rewşa awarte pêk tê û piştî pêvajoya çareseriyê hat rakirin şûnde li Kurdistanê li bajarê Pirsûsê dest bi komkujiyan kirin.
 
Gel li dijî van êrîş û komkujiyan ketin parastina cewherî. Gel li kolanan nobet girt. Her roj li dijî taxan êrîş pêk hatin û gel jî piştgirî dan ciwanan û rêveberiyên xweser hatin îlankirin. Gelê herêmê ku jiyana xweser tercîh kirin hêzên AKP’ê bi tank û topan bersiv dan û di Tebaxa 2015’an şûnde li Cizîr, Silopî, Farqîn, Pasûr, Hênê, Licê, Gimgim, Nisêbîn, Dêrik û Sûrê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin.
 
Dema herî tarî û bi xwîn a dîroka Tirkiyeyê
 
Li bajarên ku mafên mirovan û hiqûq hat rawestandin binpêkirinên mafan ên herî giran hatin jiyîn û dema herî tarî, bixwîn û wêrankar a Tikriyeyê hat jiyîn.  Beşek mezin a van navçeyan hatin tunekirin û cenazeyên mirovan bi rojan li erdê man,  cenaze ji bo bîhn nedin avêtin cemedankê.
 
Hezar û 425 kesî jiyana xwe ji dest da, 2 hezar û 583 kes birîndar bû
 
Li gorî lêkolînên partiyê siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên têkildar, 108 jê zarok, 107 jê jin bi giştî hezar û 425 kesî jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 583 kes jî birîndar bûne. 807 kesî bi îdiaya pêkanîna xerab û îşkenceyê  serî li THÎV’ê da.  ÎHD’ê jî ev hejmar wek 6 hezar û 167 derbasî qeydan kir. Li Cizîrê bi sedan kes di jêrzemînan de hatin qetilkirin. 
 
Ji bo pirsgirêka Kurd cih nedan hevokekê
 
AKP û Tayyîp Erdogan yê bi OHAL’ê bi hezaran kes îxrac kir, qeyûm tayînî şaredariyan kir, rojnameger girt, siyasetmedar girt di manîfestoya 24’ê Hezîranê de cih neda hevokek derbarê pirsgirêka Kurd.
 
Di pêvajoya 3 salên dawî de li Muş, Cizîr, Sîlopî, Sûr, Nisêbîn û cihên din ên di bin dorpêçê de bi dehan jin rastî îstîsmara zayendî, îşkenceya fîzîkî hatin, bedena gelek jinî hat teşîrkirin û di çapemeniya hewzê de hat serwîskirin.  Her wiha têkoşîna jinên Kurd hedef hat girtin. Malbatên ku xwe negîhandin cenazeyên xwe jî mafê wan ên şînê hat astengkirin. Hîna li bajarên cuda gelek cenaze li saziyên Tipa Edlî tên payîn û hinek jî li goristanên bêkesan hatine definkirin.
 
Hinek jinên jiyana xwe ji dest dane wiha:
 
*Di 16’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgim a Muşê endama YJA-STAR’ê Ekîn Wan hat înfazkirin û piştre jî bedena wê hat teşîrkirin. 
 
*Di 4’ê Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê endama meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, û aktîvîsta KJA’yê Fatma Uyar bi birîndarî hatin înfazkirin.
 
*Hevseroka meclîsa gel a Cizîrê Asya Yuksel û hevseroka HDP’a Mîlasê ya berê Derya Koç, li Cizîrê di bodruman de hatin qetilkirin.
 
*Li Cizîrê Guler Yamalak a 32 salî ku 8 mehî ducanî bû ji aliyê polîsên tevgerên taybet hedef hat girtin û bi giranî birîndar bû bebeka wê bi emeliyatê jê hat girtin.
 
*Cemîle Çagirga ya 10 salî ber mala wê hat qetilkirin û ji bo cenazeyê wê nerize bi rojan di cemedankê de hat veşartin.  Mîray Înce ya sê mehî jî hat qetilkirin. 
 
*Di navbera Tebaxa 2015-Tîrmeha 2016’an de   107 jin ku 78 kes navê wan hatiye diyar kirin  ji aliyê AKP’ê ve hatine qetilkirin. Bi giştî 107 zarok jî hatin qetilkirin.
 
Di dema qedexeyan de tiştên li navçeyan hatin jiyîn wiha bû:
 
Cizîr 
 
Di qedexeyên derketina derve ya di navbera 14’ê kanûna 2015 û 26’ê Adara 2016’an de pêk hat 172 kesên nasnameya wan hat diyarkirin jiyana xwe ji dest dane. Nasnameya 79 kesî jî hîna nehatiye diyarkirin. Di dorpêça dawî de 251 kesî jiyana xwe ji dest da.  bigiştî 282 kesî li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan.Di sê bodruman de 167 cenaze derketin. 
 
Gever
 
Li Geverê ji Tîrmeha 2015’an şûnde her tim qedexe hatin rojevê û ji 13’ê Adara 2016’an şûnde qedexeya derketina derve hat îlankirin.  78 rojan qedexeyê berdewam kir û beşek mezin a navçeyê hat hilweşandin.  39 kesên nasnameya wan hat diyarkirin bi giştî 96 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Sûr
 
Dorpêça di 2’ê Kanûna 2015’an de destpêkir, bi giştî 90 welatiyî jiyana xwe ji dest da. Tevî çavkaniyên fermî di 9’ê Adara 2016’an de got operasyon qedyane jî hîna li 6 taxên qedexe dorpêç didome.
 
Nisêbîn
 
Li Nisêbînê ji 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde 4 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ya yekem di 1’ê cotmehê de dest pê kir û 6 rojan berdewam kir. Ya duyem di 9’ê cotmeha 2015’an de hat îlankirin û rojekê berdewam kir. Ya sêyemîn di 13’ê Mijdarê de hat îlankirin û di 26’ê Mijdarê de hat rakirin. Di dorpêçê de 9 welatî hatin qetilkirin.
 
Di qedexeya di 14’ê Adara 2016’an de hat îlankirin de jî komkujiyek mezin hat jiyîn û tê de jina bi navê Selamet Yeşîlmen jî heyî gelek jin li ber derî hatin hedef hatin girtin û qetilkirin. Qedexe di 21’ê Nîsanê de hat rakirin.
 
Sibê:Yek ji teşeyên êrîşê ya li dijî qezencên jinan qeyûm