Gullu Karadag a yoruka Egeyê: Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê

  • 09:05 7 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Gullu Karadag a yoruka Egeyê ye diyar kir ku ev 90 sale li Tirkiyeyê tu guherîn tuneye û got wê dengê xwe bide HDP’a ku bi pergala hevserokatiyê guherînê pêk tîne.
 
Gullu Karadag a jinek yoruk a Egeyê ye ji ber nû dîplomeya dibistana sereteyî girtiye ji Îzmîrê nebû namzet, lê ji bo aştiyê ji her kesî xwest ku dengê xwe bidin HDP’ê.
 
Gullu destnîşan kir ku divê hemû bindest li alî HDP’ê bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila ranezên, bila heman şaşiyan nekin û encamên cuda nepên. Bila biguherin û xwe bibînin.  Êdî tu xêra çandiniya gundiyan nemaye. Gundîbûn qedyaye.  Li otelan di destê dewlemendan de wek kole dijîn. Neçar dimînin diçin bajaran koletiyê dikin. Ciwan bûne tiryakên hişbirê.”
 
‘Desthilatdarî ji aştiyê ditirse’
 
Gullu bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ev 90 sale statuko neguheriye û got ya biguhere jî HDP ya ku pergala hevserokatiyê esas digire dikare biguhere. 
 
Gullu di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku şer herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dike û got divê di serî de jin li dijî neheqiyê bêjin HDP.