Jinên xebatên hilbijartinê dimeşînin:Jiyanek baş bi HDP’ê pêkan e
- 09:04 7 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û di xebatên HDP’ê de pêşengiya jinê balê dikşîne. Jin diyar dikin ku jiyanek demokratîk bi HDP’ê pêkan e.
Xebatên hilbijartinê bê navber didomin. Li Stenbolê jî jin ji bo HDP’ê di xebatan de cih digirin û rola herî mezin dilîzin. Jin sibehê dertên derve û hema hema li hemû navçe, tax û kolanan digerin, derî bi derî dengan ji bo HDP’ê dixwazin.
Songul Yildiz a ji bo HDP’ê xebatan dimeşîne got welat ketiye tengezariyek cidî û got jin û ciwan pêkanîna çîna duyem dibînin û wiha got: “Li dijî bawerî û kedê xesp tê jiyîn. Li dijî her kesî xwedî hişmend mekanîznameya êrîşê tê bikaranîn. Ji ber vê jin, kedkar, ciwan, Kurd, Elewî, Ermenî di bin sîwana HDP’ê de tên cem hev.”
‘Em ji bo mafê wekhev û daxwazan diçin hilbijartinan’
Hasret Kanat a ji EMEP’ê tevlî xebatên hilbijartinê yê HDP’ê bûye got : “Bi bandora OHAL’ê re em jin zextên mezin dibînin. Li her derê em rastî şîdet û tacîzê tên. Derbarê her tiştê jinan de biryarê didin. Jin li vî welatî nikarin tu mafên xwe bixwazin. Jin li zanîngehan ji mafê perwerdeyê bi awayekî têr fêdeyê nagirin. Ji bo jiyanek azad û wekhev em dengên xwe didin HDP’ê. Em bang li hemû jinan dikin ku dengên xwe bidin HDP’ê.”