‘AKP’ê komkujiya li Fîlîstînê veguhert alava propagandayê’

  • 09:03 7 Hezîran 2018
  • Rojane
WAN - Endama DÎK’ê Munteha Bîldîrîcî  diyar kir ku AKP komkujiyên Îsraîl li Fîlîstînê pêk tîne dike alava hilbijartinê û bi hesasiyeta gel dilîze. 
 
Endama Kongreya Îslamî ya Demokrat (DÎK) Munteha Bîldîrîcî destnîşan kir ku mijara Kudusê ji aliyê siyasetmedaran ve wek alava propagandayê tê bikaranîn û got bi hesasiyeta gel tên lîstin. Muntehayê ev tişt vegot: “Di mîtîngan de Fîlîstînê dikin propaganda.  Li ser hestên olî û li dijî zimên yekbûyîn mirovan deşarj dike.”
 
'Divê dirûtî tunebe'
 
Muntehayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku AKP naxwaze têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Israîlê re qut bike û li aliyê din jî di mijara Fîlîstînê de têkiliya xwe ya bi gel re naxwaze qut bike û got: “Vê wisa empozeyê gel dike, her tiştî diguhere. Madem li holê zalimek û mazlumek heye divê dûrûtî tunebe. 
 
Muntehayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP hestên olî yên gel veguhere alava siyasî û siyaseta ku desthilatdarî dimeşîne hestên olî suîstîmal dike û ji bo rantê bidest bixe pêk tîne.