Jinek din jî ji destên çeteyan rizgar bû

  • 18:03 6 Hezîran 2018
  • Rojane
Roza Amed/ Nupelda Têkoşîn
 
ŞENGAL-Jinek Êzidî di encama berxwedana hêzên QSD'ê de ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. 
 
Jinek Êzidî ya bi navê Xefşê Reşo Îdo ku 25 salî ye û ji gundê Tilizêrimê ye, di encama berxwedana hêzên QSD'ê de ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Jina ku hat rizgarikirin li bajarokê Xanesorê ji navenda TAJÊ radestî malbata wê hat kirin. 
 
Xefşê Reşo Îdo diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê dema ku ew revandine heta guharên guhê wan girtine û got:"Dema ku me revandin jin û mêr ji hev qut kirin em kirin zindanê û me tî û birçî dihiştin. Min bawer nedikir ku ez ê ji destên çeteyan rizgar bibin. Ez ji dil û can ji hêzên QSD'ê re spas dikim ku ez ji destên çeteyan rizgar kirin. Ez hêvî dikim ku Êzidiyên din ên di destên çetayan de rizgar bibin."
 
Li ser navê TAJÊ Hanan Ezîz axivî û got:"Çete ji bo rûmeta civaka me bişkînin çi ji destên wan hatin kirin. Em jî xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin ku rûmeta xwe ji çeteyan û desthilatdaran biparêzin. Em ê heta dawî têbikoşin."
 
Li navenda TAJÊ Xefşê Reşo Îdo radestî malbata wê hat kirin.