Polîsan êrîşî çalakiya KESK’ê kir: Namzetê HDP’ê û 2 kes hatin binçavkirin

  • 17:15 6 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Polîsan li Kadikoyê êrîşî çalakiya kedkaran kir ên ku ji kar hatine avêtin. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê Sema Ûçar û 2 kesên din hatin destgîrkirin.
 
Endamên KESK’ê yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de hatibûn îxrac kirin, ji bo vegerin karê xwe li Kadikoyê çalaki li dar xistin. Polîsan bi hinceta “Çalakî ne qanûnî ye” mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleyê de polîsan Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Sema Ûçar a ji kar îxrac bûye, Alî Haydar Arikuş û Mehmet Sarî destgîr kirin. Polîsan kesên destgîrkirin birin Midûryeta  Emniyetê ya Polîsan a Vatana Stenbolê.
 
Çalakiya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê jî polîsan xwest asteng bike. Hat zanîn ku bi hinceta hilbijartinê wê ev qedexe heta fermana duyem dewam bike. Piştre heyeta ji 3’ê kesan pêk tê ji bo hevdîtinê çûn qeymaqamtiyê.