Derbarê nexweşxaneya ku bû sedema kuştina Arafat lêpirsîn hat destpêkirin
- 10:41 6 Hezîran 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Arafat Çaglar ji ber ku kuçik dev wî kiribû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji ber ku piştguhkirina nexweşxaneyê Arafat jiyana xwe ji dest dabû. Niha derbarê nexweşxaneyê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Arafat Çaglar ji ber ku kuçik dev wî kiribû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji ber ku piştguhkirina nexweşxaneyê Arafat jiyana xwe ji dest dabû. Niha derbarê nexweşxaneyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Nûnerên nexweşxaneyê piştguhkirina nexweşxaneyê red dike lê dozgeriyê derbarê nexweşxaneyê de lêpirsîn da destpêkirin.
Kûçikê har aîdî qereqolê ye gelo?
Hat hînbûn ku li hinda dibistana Fatihê ya seretayî û navîn, Lîseya Meslekê ya Endustiriyê wekî qerqol tê bikaranîn. Welatiyên li kuçeyê gotin dibe ku kûçikê har ê ku dev Arafat kir, aîdî qereqolê be.
Em ê dev jê bernedin
Nûner ji ber hilbijartinê hewl didin ser bûyerê bigirin lê malbata Arafat anî ziman ku heta ev bûyer zelal nebe ew ê dev ji hewldana xwe bernedin.