Di meha gulanê de 37 jin hatin qetilkirin

  • 10:31 5 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin ragihand ku di meha gulanê de herî kêm 37 jin hatine qetilkirin û 23 zarok jî bi îstismara zayendî rû bi rû mane. Ji sedî 62 jin jî ji aliyê mêrên ku nêzî wan hatin qetilkirin. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Gulanê aşkere kir. KCDP'ê diyar kir ku di meha Gulanê de herî kêm 37 jin hatine qetilkirin û 23 zarok jî bi îstismara zayendî rû bi rû mane. 
 
KCDP'ê anî ziman ku divê di çarçoveya Peymana Stenbolê de dewlet tesbîtên xwe bike û rêbazên li dijî tundiyê diyar bike lê dewlet vê peywira xwe bi cih nîne. Her wiha KCDP'ê anî ziman ku ew li gor agahiyên li ser çapemeniyê tên dayin tesbîtên xwe dikin û di vê çarçoveyê de rapora xwe amade dikin. KCDP'ê da zanîn ku hejmara îstismara zayendî ya li dijî zarokan û tundiya li ser jinê û qetilkirinên jinan ji hejmara ku li ser çapemeniyê tê nîşandan zêdetir e. 
 
Kêm nabe, zêde dibe
 
KCDP'ê wiha got:"Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu dibêje 'Mirinên jinan ên girêdayî tundiyê ji sedî 39 kêm bûye' lê berovajî vê yekê komkujiyên li ser jinê hîn zêde dibe. Her roj jin tên kuştin û li dijî vê yekê tedbîr nayê sitendin. Nûçeyên ku her roj li ser medyayê tê parvekirin nîşan dide ku şîdet, kuştin û îstismara li ser zarok û jinan her ku diçe zêde dibe."
 
'Kujer' nayên tespîtkirin
 
KCDP'ê da zanîn ku mirinên bi guman û komkujiyên ku kujerê wê nayê tespîtkirin her ku diçe zêde dibe û got:"Heta ku kujerên cinayetan neyê dîtin, neyê darizandin kuştin û tundiya li ser jin û zarokan her ku diçe zêdetir dibe."
 
13 jinan bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan
 
KCDP'ê da zanîn ku li gor meha nîsanê di meha gulanê de kuştin û tundiya li ser jinan zêdetir bûne û got:"Li gor meha berê vê mehê kuştin zêdetir bû. Vê mehê 13 jinan bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan û kuştina 12 jinan jî nehat tespîtkirin. Vê mehê asta tundiyê zêdetir bû û kuştinên hovane pêk hat."
 
Di meha gulanê de 35 jinî jiyana xwe bi awayekî gumanbar ji dest da û ji sedî 38 jî kujerên wan nehatin tespîtkirin. Ji sedî 62 jin jî ji aliyê mêrên ku nêzî wan ve hatin kuştin.