Mifredata herî xerab di meriyetê de ye

  • 09:05 5 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Hîndekarên endamên Velî-Der diyar kirin ku mifredata di meriyetê de mifredata herî xerab e û got dixwazin civakek ku serî ditewînin biafirînin.
 
Pergala perwerdeyê ya yek ji alava îdeolojîk a dewletê ye di dema AKP’ê de bû wek texteyê lîstikê û her tim pergal hat guhertin projeya ‘nifşê oldar û kîndar’ derxistin û tevî vê civakê berxwe da.
 
Endama Velî-Der Hatîce Yagiz  diyar kir ku bacên ku malbat didin wek sermaye diçe ji dibistanê taybet re û ji bo her xwendekarên diçin dibistana taybet di navbera 3-6 hezar TL pere tê dayîn. Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Yekineyên Malbatan a Dibistanê ji bo pereyan ji malbatan ragihînin dibistanan dibin navbeynkar û wiha pê de çû: “Yekîneyên malbatê yên dibistanê biryarên ku îdareya dibistanê digire bi malbatan didin îmzekirin. Lê dikaribû bi bandortir bibûna. Ev bi hişmendîbûna malbatan  pêkane.”
 
‘Perwerde ne bar berpirsyarî ye’
 
Hatîce ku mamosteya felsefeyê ye û ev 30 sale di saziyên perwerdeyê de kedê dide, got zarokê wê yê li dibistana dewletê dixwîne mereqa wî ji bo zanistê hebû ji ber kêmasiya şertên fîzîkî kor bûye û wiha got: “Li dibistanan laboratuvarê fenê tune. Perwerde ne barê dewletê, berpirsyariya dewletê ye. Ji bo her faaliyetê ji malbatan pere tê xwestin. Ji bo kaxizên ezmûnê jî pere tê xwestin. Bi pergala perwerdeyê jî tê hedefkirin ku civakek ku serî ditewînin bigihînin. Di mifredatê de nêzîkatiyên zayendperest hene.  Îdareyên dibistanê li dijî perwerdeya tevlihev derdikevin. Bi pergala 4+4+4 hewl dan zarokên keç ji dibistan û kolanan dûr bixin.”
 
‘Feraseta perwerdeya ku zarokan biçûk dixînin serdest e’
 
Gulsum Misirli a 29 sale mamosteya seretayî dike jî got mifreta ku her tim diguhere, niha ya herî xerab tê jiyîn û ji ber pergala ezmûna diguhere malbat zarokên keç ji dibistanan dûr dixe. 
 
Gulsumê daxuyakirin ku perwerdeya olî li ser zarokan tê ferzkirin.