Huda Kaya: Pîroziya rastîn jiyan e û AKP jiyanê qir dike
- 09:00 5 Hezîran 2018
- Rojane
AMED - Berdevka DÎK’ê û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn ku bê ehlaqiya di bin navê ol de tê kirin sînoran nas nake û dikeve jiyanê. Hudayê wiha berdewam kir: “Oldariyek wisa di ayetên hatine xwarê de tune ye. Hewce bi hilberandina pîroziyên sexte tune ye. Pîroziya rast jiyan e û ev desthilatdarî jiyanê qir dike.”
Di encama biryara ku hikûmeta AKP’ê girtiye de hîna gelek cenazeyên endamên HPG, YPS û YPS JIN yên ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta niha jiyan xwe dest dane, teslîmî malbatan nehatine kirin. Tevî hemû serlêdanan û mînakên xwînê yên DNA’yê yên malbatên cenazeyan nasnameyên wan nehatine tespîtkirin û hinek li goristanên bêkesan hatine definkirin û hinek jî di Saziyên Tipa Edlî de tên sekinandin. Di vê pêvajoyê de goristan hatin bombebarankirin û gelek gor hatin texrîbkirin.
Hevberdevka Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî û diyar kir ku desthilatdariyê bi 7’ê Hezîranê re mafên axaftin, fikr û raman û tercihê bi polîtîkayên şîdet û lînçê hatine tunekirin.
‘Di bin navê ol de bêahlaqiyê sînor nas nekir’
Hudayê Haci Lokman Bîrlîk ê di 2015’an de hat înfazkirin û bedena wî li pey wesayîtê hat kaşkirin û Ekîn Wan a li Gimgimê hat qetilkirin û bedena wê hat teşîrkirin bi bîr xist û wih agot: “Êrîşek wisa ya li ser cenazeyan nikare bê qebûlkirin. Di bin navê ol de bêahlaqiyan sînor nas nekiriye. Nêzîkatiyek mirovane li hember cenazeyan tune ye. Zîhniyeta bi vî rengî îro rabûye berxwedana gelê Fîlîstinê jî îstîsmar dike. Ger desthilatdarî di vê mijarê de samîmî be çima peymanên bi Israîlê re şûnde nakşîne.”
‘Nefret û şîdetê her derê civakê pêça’
Hudayê destnîşan kir ku di tu baweriyê de zîhniyetek wisa mînaka wê tune ye û ev tişt anî ziman: “Ev ne ola me ye. Olek nîjadeperst dikare vê bike. Di rojên borî de Roja Dayikan hat pîrozkirin. Desthilatdariyê jî pîroz kir. Li vî welatî hîna dayikên ku zarokên wan nû jiyana xwe ji dest dane li qadan hatin şermezarkirin. Dayikek 80 salî ji gora wê derxistin. Lê desthilatdarî bahsa mafên dayikan dike. Herwiha cenazeym Taybet Înan 7 rojan li kolanê hat sekinandin.”
‘Desthilatdarî di dilê mirovan de cehnemê dide jiyîn’
Hudayê di dawiyê de daxuyakirin ku desthilatdariyê di dilê mirovan de cehnem daye jiyîn û got: “Hewcedarî bi hilberandina pîrozhiyên sexte nîne. Ev desthilatdarî jiyanê qir dike. Li gorî baweriyan pîroz rêzdariya li dijî mafê jiyanê ye.”