Li dijî TOKÎ’yan mala xwe çê dike

  • 09:07 2 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Cemîle Tan a li Nisêbînê erseya xaniyê xwe ya hat hilweşandin şûnde girt, hîmê xaniyê xwe yê nû avêt. Cemîleyê got: "Ev tenê jî ji bo taxa me hêvî ye."
 
Li Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve Taxa Zeynel Abîdîn bi hilweşînê re hat tarûmarkirin. Li taxa  ku ev salek û nîve aqûbeta wê ne diyar e mehek berê TOKÎ hatin çêkirin. Li taxa ku avahî bi lez tên çêkirin hinek erseyên ku neketin qada TOKÎ’yan şûnde dan xwediyê wan. Cemîle Tan a erseya xwe şûnde girt,  dest bi çêkirina xaniyê xwe kir.
 
‘Tevî hemû zextan min îmze neavêt’
 
Cemîleyê daxuyakirin ku bi mehan ji mala xwe dûr maye û bêyî alavên xwe bigire neçar maye derkeve û wiha pê de çû: “Piştî qedexeyê em hatin kepçe di xaniyê me de derbas dibû. Şopa guleyan li xaniyê me hebû. Ewil şewitandin, piştre hilweşandin. Tevî hemû israran min ji bo TOKÎ îmze neavêt. Ji ber min îmze neda ji bo alav û xaniyê min pere nedan. Xaniyê min ji ber neket ber qada TOKÎ şûnde dan min. Ez gelek kêfxweş bûm. Ev tenê jî ji bo taxê dibe hêvî.”
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kes TOKÎ’yan naxwaze û got bila erseyên gel bidinê ew ji xwe re xanî çê bikin.